‘Zirara herî mezin Erdogan û çeteyên wî dan îslamê ’

Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê rûxandina Goristana Şehîd Avesta Xabûr ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve şermezar kir.

‘Zirara herî mezin Erdogan û çeteyên wî dan îslamê ’
13 tebax, 2018   08:23

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha bi 2 rojan Goristana Şehîd Avesta Xabûr li Efrînê rûxand. Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê, kiryarên dagirkeran şermezar kirin û wek kiryareke tirsonek û bêexlaqî bi nav kirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Seîd El-Hebîb axivî û destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker mîna her carê kiryarên nemirovî û neexlaqî pêk tîne û rûxandina Goristana Şehîd Avesta Xabûr jî mînaka vê yekê ye.

El-Hebîb diyar kir ku ev ne cara yekê ye artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê cihên pîroz ên wekî goristanên şehîdan dirûxînin, ji ber ku beriya niha li bakurê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê jî goristan rûxandibûn û îro jî li Efrînê heman tiştî dike.

El-Hebîb got ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê dizane şehîd pîroz in û cihê wan di dilê gelê Kurd û gelê Bakurê Sûriyeyê de ye, ji ber wê kiryarên wisa dikin. El-Hebîb di dawiyê de bi lêv kir ku hêrsa dagirkeran li beramberî pakrewanên ku li hemberî êrîşên dagirkeran li ber xwe dan û canê xwe feda kir, diyar dike.

Dayika bi navê Sûad El-Hisên tekez kir ku dewleta tirk a dagirker hewl dide bi hemû şêwazan nirxên pîroz ên gelan xerab bike û mînaka wê jî goristanên şehîdan e ku li gel hemû gelan û bi taybet gelê Kurd pîroz in û wiha pê de çû: ʺDagirker hewl didin hemû sembolên pîroz ên gelê Kurd  ji holê rakin û bi vê yekê siyaseta xwe ya qirkirina gelan ji hemû aliyan ve diyar dibe.ʺ

Abdullrehman Ehmed got ku Erdogan bi navê îslamî banga aştiyê dike û dibêje ku ew xelîfeyê misilmanan e, heger ew xelîfe be çima gorên misilmanan û şehîdan xira dike? Ehmed got ku zirara herî mezin Erdogan û çeteyên wî di bin navê îslamiyetê de dan îslamiyetê. 

Di dawiyê de Ehmed diyar kir ku ev kiryarên ne exlaqî û ne mirovî ne û wiha dawî li gotinên xwe anî: ʺPiştî ku dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê di aliyê siyasî û aborî de bi bin ketin û siyaseta wan li herêmê ber bi têkçûnê ve diçe dest bi van kiryaran kir û dê Efrîn di demeke nêz de rizgar bibe.ʺ

(bx/kc)

ANHA