Sûka taxa Şêxmeqûsd ji nû ve geş dibe

Sûka taxa Şêxmeqûsd a xerbî li bajarê Helebê, piştî aramî û ewlehiya ku pêk hatiye û vegera piraniya niştecihên taxê, ji nû ve geş bû. Lê ji ber topbarana çeteyan sûkê gelek zirar dîtiye û ji ber wê firoşkarên sûkê bang li şaredariyê kir ku alîkariya wan ji bo sererastkirina sûkê bikin. Şaredariyê jî daxwaza wan pejirand.

Sûka taxa Şêxmeqûsd ji nû ve geş dibe
Sûka taxa Şêxmeqûsd ji nû ve geş dibe
Sûka taxa Şêxmeqûsd ji nû ve geş dibe
Sûka taxa Şêxmeqûsd ji nû ve geş dibe
Sûka taxa Şêxmeqûsd ji nû ve geş dibe
Sûka taxa Şêxmeqûsd ji nû ve geş dibe
10 tebax, 2018   08:10

MIHEMED EBDO / HELEB

Sûka Xerbî ya taxa Şêxmeqûd li bajarê Helebê ji girîngtirîn sûkên Helebê dihat hesibandin. Beriya êrîşên çeteyan li ser taxê, sûk ji ber kêmbuha û dewlemendiya madeyan li gorî taxên din ên Helebê, bûbû meqseda piraniya şêniyên taxên El-Ferdos, El-Eşrefiyê û El-Şear û her wiha taxên din ên bajêr.

Dîroka Sûka Xerbî vedigere sala 1997'an. Wekî ku tê zanîn 3 birayên hev, 3 dikan li gel 5 cihên pêşkêşkirina sebze û fêkiyan vekirin û ew bû destpêka avakirina Sûka Xerbî. Dûre hêdî hêdî hejmara dikanan zêde bû û piştî çend salan bi sedan dikan û cihên pêşkêşkirina madeyên cuda vebûn.

Topbarana li ser taxê 700 dikan wêran kirin

Piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê û dorpêçkirina çeteyên girêdayî dagirkera tirk ji taxê re û di encama berdewamkirina topbaranê de, sûkê xisarek kovanî ji aliyê madeyan û karkeran ve dît. Nirxa madeyan bi rêjeya ji sedî 75 zêde bû û her wiha 700 dikan û cihê pêşkêşkirina madeyan li beşên taxê (rojhilat, rojava û El-Meraûf) û bi taybet sûka gelêrî ya taxê wêran bû.

Ji ber berdewama topbaranê ku çeteyan bi zanabûn cihên sivîlan hedef digirtin û ji bo rê li ber komkujiyan bê girtin Şaredariya Gel a taxê biryara veguhestina sûkê ji beşa rojhilatê taxê re da.

Geşbûna Sûka Xerbî

Piştî derbasbûna zêdetirî 2 salan di ser êrîşan re, hêdî hêdî jiyan vedigere sûkê. Bi wê geşbûnê re gelek dikan û cihên pêşkêşkirina made û berhemên cuda vebûn û her wiha gelek hewcedariyên şêniyan ên rojane di sûkê de peyda bûn.

Firoşkar û xwediyên cihên pêşkêşkirina madeyan û berheman bi alîkariya Şaredariya Gel a taxê zêdetirî 100 dikan û 97 cihên pêşkêşkirina madeyan li kolana sûka taxê ku ji kolana 10 heta kolana 15 ên sereke dirêj dike, vekirin.

Girêdayî mijarê di hevpeyvînek li gel ajansa me de, hejmarek ji firoşkarên sûkê, ji bo sererastkirina sûkê bang kir ku şaredarî alîkariya wan bike.

Welatiyê ji pêkhateya ereb bi navê Ehmed Casim diyar kir ku sûk hêdî hêdî mîna berê vedigere û nirxên madeyan guncaw in û li gorî mewsimê ne. Ehmed ji bo çareserkirina pirsgirêka toreya kanalîzasyonê di nav kolanên sûkê de bang li şaredariyê kir û bi taybet di zivistanê de rewş zêde xirab dibe û her wiha deverên ku di encama şer de wêran bûne, sererast bike.

Hevseroka Şaredariya Gel a taxê Velantîna Ebdo tekez kir ku wan ji bo çareserkirina banê sûkê projeyek pêşkêş kiriye. Lê ji ber ku lêçûna projeyê ji budçeya şaredariyê bi 24 milyonan zêdetir b, wan di vê pêngavê de û ji ber ne garantîbûna dubarekirina topbaranê, proje sekinand. Lê ji bo pirsgirêka toreya kanalîzasyonê, Velentîna tekez kir ku ew ji bo  çareserkirina vê pirsgirêkê û tevî pirsgirêka sererastkirina rêyan dixebitin. Li gorî ravekirina Velantîna her du pirsgirêk di xebatên mehane yên şaredariyê de cih digirin.

Di dawiya axaftina xwe de hevseroka Şaredariya Gel a Şexmeqsûdê Velantîna Ebdo destnîşan kir ku ji bo bilindkirina asta sûkê û sererastkirina wê, divê firoşkar bi şaredariya re hevkar bin.

(şx/ew)

ANHA