Şêniyên gundewarên Til Hemîsê li benda çareseriya pirsgirêka avê ne

Şêniyên başûrê gundewarên navçeya Til Hemîsê ji ber tunebûna ava vexwarinê zehmetiyan dikişînin û neçar man ku avê ji sahrîcan bikirin. Her wiha ji aliyên peywendîdar xwestin ku çavdêr û berpirsên şopandina projeya avê erkdar bike ku şaredarî bi çend xwediyên sahrîcên avê yên sivîl re pêk anîbû.

Şêniyên gundewarên Til Hemîsê li benda çareseriya pirsgirêka avê ne
Şêniyên gundewarên Til Hemîsê li benda çareseriya pirsgirêka avê ne
Şêniyên gundewarên Til Hemîsê li benda çareseriya pirsgirêka avê ne
10 tebax, 2018   07:53

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Bi dehan gundên başûrê navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê ji ber tunebûna ava vexwarinê zehmetiyan dikişînin. Qutbûna kehrebeyê nahêle ku xezanên avê bi temamî tijî bibin, her wiha ava herêmê şor e.

Sedema bingehîn a vê pirsgirêkê, 5 stasyonên avê yên navçeyê (El-Eheymir, Seqar, Yesrêb, El-Hudeybiye û Belqîs) xirabe ne. Her satasyonekê av dida çend gundan. Lê niha ew stasyon bi hewcedariya sererastkirinê ne.

Li giliyan guhdar dikin lê çareserî pêk nayê

Di 2'yê Hezîrana borî de, Meclisa Kantona Qamişlo guhdarî giliyên şêniyên navçeyê kiribû. Her wiha hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif soza çareserkirina hemû giliyên şêniyan dabû. Lê beşek mezin ji van pirsgirêkan nehatin çareserkirin.

Ji ber wê û ji bo çareserkirina pisrgirêka ava vexwarinê, Şaredariya Gel a Til Hemîsê bi 28 xwediyên sahrîcên avê yên sivîl re ji bo belavkirina avê ji gundên ku av nagihîjê li hev kir. Lê ev proje neçû serî û piştî 15 rojan rawestiya.

Şêniyên gundên başûrê gundewarên navçeya Til Hemîsê diyar kir ku piştî rawestandina projeya avê, azarên wan zêde bûn û neçar man avê ji sahrîcên taybet bi buhayê 300 lîreyên Sûriyeyê bikirin. Her wiha şêniyan bang li aliyên têkildar kir ku vê mijarê bişopînin û çavdêran ji bo vê projeyê erkdar bikin.

Têkildarî vê mijarê hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê Ebdullrehman El-Hadî wiha got: "Şerdarî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê 28 sahrîc, ji bo avê bigihîne gundên girêdayî mijarê kirin. Lê ji ber tevliheviya belavkirina avê ji aliyê xwediyên sahrîcan ve, ev xebat ji aliyê me ve hat rawestandin û tenê 15 rojan dom kir û li gel me belgeyên belavkirinê hene.”

Sozên li benda pêkanînê

Her wiha El-Hadî diyar kir ku ji bo bicihanîna pêwîstiyên herêmê bi awayekî domdar, hewcedariya şaredariyan bi kirêkirina du sahrîcan ji bo her şaredariyekê heye û xuya kir ku Miduriyeta Avê soza pêşkêşkirina sahrîcan daye, lê heta niha tiştek negihaştiya wan.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê Ebdulrehman El-Hadî got ku ji ber kêmasiya Miduriyeta Avê ya Kantona Qamişlo, xebatên sererastkirinê paşde man. Her wiha El-Hadî destnîşan kir ku piştî ku bi Meclisa Kantona Qamişlo civiyane, Şaredariya Gel a navçeyê bi komîteya avê ya navçeyê dê jenetorên stasyonan li ser hesabê şaredariyê bên çêkirin û piştî temamkirina xebatên sererastkirinê dê ji şêniyan wek bac bên komkirin.

(şx/ew)

ANHA