Di topbarana komên çete de 6 sivîl li Helebê birîndar bûn

Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker deverên di bin serweriya hêzên rêjîmê de ne topbaran kirin. di encamê de 6 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Di topbarana komên çete de 6 sivîl li Helebê birîndar bûn
9 tebax, 2018   09:28

SÎLVA MISTEFA / HELEB

Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker duh bi topên hawanê taxên bajarê Helebê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên ajansa me ANHA'yê komên çete yên li devera Cemhiyêt El-Zehra û taxa El-Raşidîn ên rojavayê bajarê Helebê bi cih bûne, şevê din taxên Heleba nû û Hemdaniyê yên di bin serweriya hêzên rêjîmê de ne bi 10 hawanan topbaran kirin.

Li gorî heman çavkaniyan di encama topbaranê de herî kêm 6 welatiyên sivîl birîndar bûn û gelek ziyanên madî bi mal û milkên sivîlan bûn.

Hêjayî gotinê ye artêşa Tirk xaleke xwe ya çavdêriyê li taxa El-Raşidîn ava kiriye û çete ji heman taxê taxên bajarê Helebê topbaran dikin.

Tê gotin ku di navbera komên çete yên li taxên Cemhiyêt El-Zehra û Raşidîn û li gundên başûrrojavayê Helebê di navbera çeteyan û hêzên rêjîmê de car bi car pevçûn rû didin.

ANHA