Li Kobanê sersaxiya şehîd Emîr Kobanê

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Emîr Kobanê re xwest ku li Bendava  Tişrîn şehîd bûbû.

Li Kobanê sersaxiya şehîd Emîr Kobanê
Li Kobanê sersaxiya şehîd Emîr Kobanê
Li Kobanê sersaxiya şehîd Emîr Kobanê
Li Kobanê sersaxiya şehîd Emîr Kobanê
Li Kobanê sersaxiya şehîd Emîr Kobanê
9 tebax, 2018   09:12

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Emîr Kobanê (Emîr Derwîş) şervanê Erka Xweparastinê ku li bendava Tişrînê şehîd bûbû, xwest.

Konê sersaxiyê li Taxa Şehîd Yehya ku li navenda bajarê Kobanê dikeve, hatibû vedan û tê de al û wêneyên şehîd Emîr hatibûn daliqandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: "Şehîd îradeya azad, gelê azad û civaka azad ji me dixwazin, şehîd ji bo me hezkirin û rastiya rûmetê bi pêş dixin, dema ku mirov ji bo gelê xwe û welatê xwe têkoşînê dike û azadiyê ji bo gelê xwe pêk tîne, ew tiştê rast û durist e, wê jî şehîd pêk tînin."

Piştî axaftinan welatî derbasî konê sersaxiyê bûn, merasîma sersaxiyê bi dirûşmên dilsoziya ji bo şehîdan bi dawî bû.

ANHA