Tabûrên Filistînê hejmareke fuzeyan avêtin niştecihgehên Îsraîlê

Tabûrên Filistînê îro serê sibê hejmareke fuzeyan avêtin niştecihgehên Xelafê ya Xezayê. Di encamê de 7 niştecihên Îsraîlê birîndar bûn. Hikumeta Îsraîlê xwest mijarê dijwartir bike û deverên bombebaranê firehtir bike.

Tabûrên Filistînê hejmareke fuzeyan avêtin niştecihgehên Îsraîlê
9 tebax, 2018   10:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê ajansa me ANHA'yê li Xezayê ragihand ku tabûrên Filistînê îro danê sibê hejmareke fuzeyan avêtin niştecihgehên Îsraîlê û hejmareke ji van fuzeyan ji aliyê alavên parastinê yên Îsraîlê ve hatin xistin û hejmareke din jî di nava niştecihgehan de ketin. Di encamê de 7 niştecih birîndar bûn.

Li aliyê din balafirên şer ên Îsraîlê gelek deverên girêdayî tabûrên Filistînê û hin zeviyên çandiniyê bombebaran kirin. Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Nakokiya di navbera hêzên Îsraîlê û tabûrên Filistînê li Xezayê ji şevê din ve dijwartir bûye, di dema ku agirbesta hemdem di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de bi navbênkariya Misrê tê gotûbêjkirin da ku ambargoya li ser Xezayê were bidawîkirin.

Endamên hikumeta Îsraîlê di civîna xwe ya awarte de rewşa heyî gotûbêj kir û xwest dijberî dijwartir bibe û topbarana li dijî deverên herêma Xezayê berfirehtir bibe. Hikumeta Îsraîlê xwest sîstema qubeya hesinî li ser kembera sînorê bi Xezayê re were xurtkirin.

Koordînekarê Neteweyên Yekbûyî yê taybet ji bo çalakiya aştiyê li Rojhilata Navîn Nîkolay Mildînov hişyarî da ku eger ev dijberî neyê rawestandin dibe ku rewş aloztir bibe.

Serokê hikumeta Filistînê Mehmûd Ebas jî gelek peywendî bi aliyên navneteweyî re kirin da ku ev dijberiya li dijî herêma Xezayê were rawestandin.

ANHA