Rêjîm amadekariya êrîşkirina Idlibê dike, li Siwêda seferberî

Di çarçoveya amadekariyên rêjîma Sûriyeyê ya êrîşkirina Idlibê de, li gundewarê başûrê Idlibê di encama topbarana hêzên rêjîmê de teqînên mezin pêk hatin. Li parêzgeha Siwêda jî seferberî û rêjîmê hêzên xwe li herêmê belav dike.

Rêjîm amadekariya êrîşkirina Idlibê dike, li Siwêda seferberî
9 tebax, 2018   09:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku teqînên dijwar li deverên başûrê gundewarê Idlibê di encama topbarana hêzên rêjîmê de pêk hatin. Topbaran li derdora bajarê Xan Şêxon pêk hat û di encamê de ziyanên madî bi mal û milkên welatiyan bûn. Derbarê ziyanên canî de agahî nehatin bidestxistin.

Li sêkoşeya rojavayê Idlibê – bakurê Laziqiyê – bakurrojavayê Hemayê topbaran û êrîşa bi fûzeyan ji aliyê hêzên rêjîmê ve dijwar dibe. Topavêjan gundên El-Enkawî û Qerqûr ên Deşta El-Xab a girêdayî gundewarê Hemayê armanc girtin. Hêzên rêjîmê her wiha êrîşî bajaroka Bidama ya rojavayê gundewarê Cisir Şixor kir.

Navenda Çavdêriyê diyar kir ku hêzên rêjîmê li gundewarê başûrrojhilatê  Idlibê û herêma Deşta El-Xab û gundewarê Laziqiyê zêde belav dibin. Li gorî hin çavkaniyan ev belabûna hêzên rêjîmê amadekariya çalakiyeke leşkerî ya hêzên rêjîmê li sêkoşeya Deşta El-Xab – çiyayên Laziqiyê û Cisir Şixor e.

Heman çavkaniyan ji Navenda Çavdêriyê re ragihandin ku ev çalakiya leşkerî li herêmê ji ber şer û pevçûnên li Siwêda yên li dijî DAIŞ'ê dereng maye.

Navenda Çavdêriyê piştrast kir ku hêzên rêjîmê devera Etşanê ya Hemayê bi guleyan armanc kiriye û di encamê de du kes birîndar bûn. Hêzên rêjîmê topbarana xwe li dijî aliyê bakurê gundewarê Hemayê di roja 32'emîn de berdewam dike.

Hêzên rêjîmê şevê din bi dehan fîzeyan bajaroka El-Letamnê û derdora wê û hin deverên bajaroka Keferzîta armac girt.

Deverên başûr gundewarê Helebê jî yên bajarokên Xelsa û Xan Toman ji aliyê hêzên rêjîmê ve hate topbaran kirin. di encamê de ziyanên madî bi welatiyên sivîl bûn û der barê ziyanên canî de agahî nehatin bidestxistin.

Hêzên rêjîmê her wiha deverên bajaroka Hirêtan a gundewarê bakurê Helebê topbaran kirin. di encamê de hejmarek birîndar bûn û li rojavayê bajarê Helebê jî dengên teqînên dijwar hatin bihîstin. Her wiha li taxên Şarih El-Nîl û Cemhiyêt El-Zehra fûze ketin, piştre hêzên rêjîmê devera Navenda Lêkolînên Zanistî topbaran kir.

Li parêzgeha Siwêda jî hêzên rêjîmê seferber bûne û xebatên paqijkirinê li herêmên ku di van sê rojên borî de bi dest xwe ve anîne didome. Li rex wê alîkariyeke leşkeîr ji herêmê re tê şandin.

Çalakiyên danûstandina di navbera rêjîmê û nûnerên bajarê Siwêda û çeteyên DAIŞ'ê de berdewam in da ku rehîneyên DAIŞ'ê ji Siwêda revandine serbest berde.

Piştî ku danûstandinên di navbera Rûsya û çeteyên DAIŞ'ê de ji ber aloziya veguhestina çeteyên ji Geliyê Yermûk asteng bû, li Siwêda xemgîniyek tê jiyîn. Nemaze piştî ku çeteyan vekişandina xwe ber bi çolistana Humsê ve red kirin.