Welatiyên Tebqayê giliya ajokarên motorsîklêtan dikin

Ji ber diyardeya ajokariya motorsîklêtan a tevlihev, li kolanên bajarê Tebqayê welatiyan giliyên xwe kirin. Rêveberiya hatûçûnê ya bajêr jî hewl dide pirsgirêkê çareser bike û hinek tedbîr girtin û dê ajokarên derqanûnî ceza bike.

Welatiyên Tebqayê giliya ajokarên motorsîklêtan dikin
Welatiyên Tebqayê giliya ajokarên motorsîklêtan dikin
8 tebax, 2018   10:02

NÛRÎ UMER – UDEY EL-EHMED / TEBQA

Piştî ku herêma Tebqa di 10’ê Gulana sala borî de ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, vegera welatiyan di asteke bilind de pêk hat. Niha di bajêr de nêzî 120 hezar welatî dijîn.

Di van demên dawîn de li bajêr diyardeya ajokariya motorsîklêtan a tevlihev zêde bûye û gelek ciwan motorsîklêtên xwe li ser tekerekî diajon. Ji ber vê yekê welatiyan giliyên xwe kirin.

Endamê Rêveberiya Hatûçûnê ya Tebqayê Dîb Ebdullah El-Casim behsa hin tedbîran kir ku polîsên trafîkê dê pêk bînin û tevgera hatûçûnê bi rêxistin bikin û ajokarên derqanûnî ceza bikin.

Girêdayî diyardeya ajokariya motorsîklêtan de El-Casim wiha got: "Piraniya giliyên welatiyan ên ji me re hatine, der barê ajokariya tevlihev a ciwanên de ne ku temenê wan biçûk e. Nemaze piraniya qezayên hatûçûnê ji ber van ajokarên motorsîklêtan e û hin ciwanan kolan veguherandine qada pêşbirkan."

El-Casim axaftina xwe wiha domand: "Me tedbîrên hişk û pêwîst girtin û em ê endamên trafîkê li seranserî bajêr belav bikin û vê diyardeyê bi dawî bikin. Hemû ajokarên derqanûnî dê bêne cezakirin û motorsîklêta wan dê were desteserkirin."

Girêdayî ajokarên ku temenên wan kêmtirî 18 saliyê, El-Casim diyar kir ku dê belgesozekê ji malbata wan wergirin da ku zarokên wan ajokariyê nekin an jî dê ji dadgehê re bêne şandin.

Di van mehên dawîn de ji ber qezayên trafîkê gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

ANHA