Hûsiyan bi fuzeyên balîstîk êrîşî hêzên Yemenê kir

Hêzên hûsiyan navendên hêzên Yemenê û Koalîsyona Erebî li parêzgeha Maireb a berava rojavayê Yemenê armanc girtin. Li eniya El-Dirêhmî ya parêzgeha El-Hudeyda û eniya Zebîd şer û pevçûn di navbera her du aliyan de berdewam in.

Hûsiyan bi fuzeyên balîstîk êrîşî hêzên Yemenê kir
8 tebax, 2018   10:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El-Mesîra Net ku alîgiriya hêzên Ensarullah El-Hûsî dike, ragihand ku hêzên hûsî bi fuzeyên balîstîk êrîşî baregeheke nû ya hêzên Koalîsyona Erebî li parêzgeha Maireb kiriye.

Ajansa Sputnîk xwe spart hin çavkaniyên Yemenê û ragihand ku şer û pevçûn di navbera hêzên hûsî û hêzên Yemenê de rû dane û di encamê de hejmarek ji hûsiyan hatine kuştin.

Her wiha hate ragihandin ku 16 endamên Ensarullah El-Hûsî di pevçûnên bi hêzên Yemenê re li eniyên El-Dirêhmî yên parêzgeha El-Hudeyda hatine kuştin.

Sky Newsê ragihand ku di navbera hêzên Yemenê û hêzên hûsiyan de şer û pevçûn li başûrê rojavayê Dirêhmî berdewam dikin. Her wiha li eniya Zibêd jî pevçûnên demkî di navbera her du aliyan de derdikevin. Hate zanîn ku hûsî, welatiyên ji qebîleya El-Zeranîq a bajarê Bêt El-Feqîh bi hinceta ku alîkariya hêzên Yemenê dikin, direvîne.