Washington girêdayî aloziya dîplomatîk a Siûdî û Kanadayê bê alî ye

Rayedarên Siûdiyê bernameya tenduristiyê ya dermankirina nexweşên Siûdiyê di nexweşxaneyên Kanadayê de rawestand. Kanada hewl dide alîkariya hevkaran wergire da ku aloziya dîplomatîk a di navbera her du welatan de bi dawî bike.

Washington girêdayî aloziya dîplomatîk a Siûdî û Kanadayê bê alî ye
8 tebax, 2018   09:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber aloziya dîplomatîk a di navbera Erebistana Siûdî û Kanadayê de, rayedarên Siûdiyê ferman da ku bernameya tenduristî ya dermankirina nexweşên Siûdiyê di nexweşxaneyên Kanadayê de bê rawestandin û dê van nexweşan veguhêzin hin welatên din.

Hikumeta Siûdiyê bang li sefîrê xwe yê li Ottawayê kir û rêya vegerê li pêşiya sefîrê Kanadayê li Riyadê girt û danûstandinên bazirganî û razemeniyên nû qedexe kirin. Riyadê Ottawa tawanbar kir ku destwerdana karûbarên wê yên hundirîn dike.

Sefareta Kanadayê li Riyadê xemgîniya xwe nîşan da, ji ber ku hikumeta Siûdiyê gelek çalakvanên aliyê mafên mirovan digire û di nava wan de çalakvana bi navê Semer Bedewî û banga serbestberdana hemû çalakvanên mafên mirovan kir.

Pêveka tenduristiyê ya Siûdiyê li Amerîka û Kanadayê îro bernameya tenduristiyê ya dermankirina nexweşan li Kanadayê rawestand.

Hate ragihandin ku dê hemû nexweşan ji Kanadayê bêne derxistin. Hin çavkaniyan ragihand ku Kanada hewl dide alîkariya Îmarat û Brîtanyayê wergire da ku aloziya dîplomatîk a di navbera Kanada û Siûdiyê de bi dawî bike. Amerîkayê jî ragihand ku ew destwerdanê nake û dê bê alî bimîne.