Çeteyan welatiyekî ji Idlibê li Babê kuşt

Du çeteyên girêdayî artêşa tirk a dagirker welatiyekî ji parêzgeha Idlibê li gundekî herêma Babê kuşt û hemû mal û milkên wî talan kirin.

Çeteyan welatiyekî ji Idlibê li Babê kuşt
Çeteyan welatiyekî ji Idlibê li Babê kuşt
Çeteyan welatiyekî ji Idlibê li Babê kuşt
8 tebax, 2018   09:24

ŞEHBA

Duh welatiyekî gundê Hezwan ê herêma Babê ji bîrekê av vexwar û pê jehrî bû. Di encama lêgerîn û lêpirsînê de cenazeyek di heman bîrê de hate dîtin.

Çavkaniyekî pêbawer ji herêmê ragihand ku du çeteyên bi navên Emla Hemîd El-Ewad û Yehya Mihemed Hemo welatiyê bi navê Xelîl Mihemed El-Siwêd ku temenê wî di navbera 35 û 40 saliyê de ye û ji welatiyên parêzgeha Idlibê ye, kuştiye.

Heman çavkanî diyar kir ku her du çeteyan siwareya El-Siwêd ku bêtirî 20 batariyên mezin tê de bûn û 20 hezar dolarên amerîkî li gel wî bû, dizîne.