Li Iraqê hejmartina dengan a bi destan bi dawî bû

Li Iraqê piştî hilbijartina 12’ê Gulanê ya bi aloz, hejmartina dengan a bi destan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Li Iraqê hejmartina dengan a bi destan bi dawî bû
6 tebax, 2018   09:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ku hejmartina bi dest a dengên hilbijartina 12’ê Gulanê bi dawî bûye.

Li ser nerazîbûn û şikayetên ku di hilbijartinan de hîle hatiye kirin, Komîsyona Hilbijartinê biryar dabû ku nîvê dengên li Bexda werin betalkirin.

Parlamentoya Iraqê jî meha Hezîranê têkildarî hilbijartinê civiya û biryar dabû ku hilbijartin di asta neteweyî de were betalkirin û deng bi destan were hejmartin.