‘Ji bo ku şerek dest pê neke Ocalan ji Sûriyeyê derket’

Endama rêveberiya Kongreya Star Peyman Aydin diyar kir ku serkeftinên di hemû aliyan de di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin, bi saya fikr û felsefeya Ocalan in. Aydin got ku sedema derketina Ocalan ji Sûriyeyê di sala 1998’an de ew bû ku şerek bi dewleta tirk re dest pê neke.

‘Ji bo ku şerek dest pê neke Ocalan ji Sûriyeyê derket’
‘Ji bo ku şerek dest pê neke Ocalan ji Sûriyeyê derket’
‘Ji bo ku şerek dest pê neke Ocalan ji Sûriyeyê derket’
‘Ji bo ku şerek dest pê neke Ocalan ji Sûriyeyê derket’
6 tebax, 2018   09:39

KOBANÊ

Di çarçoveya çalakiyên Kongreya Star de yên li dijî berdewama tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve di zîndana Îmraliyê de, endama rêveberiya Kongreya Star Peyman Aydin di civînekê de axivî.

Endama rêveberiya Kongreya Star Peyman Aydin girêdayî pêşniyarên Ocalan ên der barê şoreşa Sûriyeyê de axivî û wiha got: "Ev 7 sal e aloziya Sûriyeyê berdewam dike û tu çareserî jê re nehatine peydakirin. Şer û pevçûnên dijwar di navbera aliyên desthilatdar de berdewam dikin. Gelê Bakurê Sûriyeyê jî bêyî ku xwe bispêre aliyên derve, xwe bi rêxistin kir û şerê terorê kir û rêgezên jiyana hevbeş çespandin."

Peyman Aydin di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku projeya neteweya demokratîk herî guncaw ji bo hevgirtina gel û pêkhateyan e û wiha domand: "Dibe ku hin kes sedema serkeftinên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk hatine bipirsin. Gihîştina me ya vê qonaxa şoreşa Sûriyeyê ku Bakurê Sûriyeyê veguherî çareseriya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyeyê û ev yek jî bi saya fikr û felsefeya ronakbîr a Ocalan e."

Peyman Aydin destnîşan kir ku pêdiviya gelê kurd bi kesayetekî rêber wekî Ocalan hebû, nemaze dewletên dagirkeriya Kurdistanê dikin gelê kurd ber bi pişaftina çandî û neteweyî ve dibirin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ocalan gel ber bi azadiyê ve bir."

Girêdayî sedema derketina Ocalan ji Sûriyeyê di sala 1998'an de, Peyman Aydin got ku di encama gefên Tirkiyeyê yên êrîşa li dijî Sûriyeyê de pêk hat û wiha anî ziman: "Ocalan baş dizanî ku berdewama mayîna wî di Sûriyeyê de dê şerekî bi Tirkiyeyê re derxe û ji bo gel ji şer biparêze ji Sûriyeyê derket."

Endama rêveberiya Kongreya Star Peyman Aydin banga pêwîstiya bilindkirina asta têkoşînê ji bo azadiya Ocalan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em li hemberî destdirêjiyên Tirkiyeyê yên der heqê Ocalan de bê deng nemînin."

Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk tecrîdeke hişk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye û heta niha parêzerên wî 774 daxwazên hevdîtina bi miwekilê xwe re pêşkêş kirine. Lê hemû daxwazên parêzeran bi hincetên cuda hatin redkirin.

ANHA