Piştî serkeftina xebatên komîn û meclisan penaberan daxwaza hevserokatiyê kir

Piştî serkeftina xebatên komîn û meclisan li kampa Holê ya penaberên Iraqê, penaber bicihanîna rêgeza hevseroketiyê ya ku di destpêkê de red kiribûn, daxwaz dikin.

Piştî serkeftina xebatên komîn û meclisan penaberan daxwaza hevserokatiyê kir
Piştî serkeftina xebatên komîn û meclisan penaberan daxwaza hevserokatiyê kir
Piştî serkeftina xebatên komîn û meclisan penaberan daxwaza hevserokatiyê kir
Piştî serkeftina xebatên komîn û meclisan penaberan daxwaza hevserokatiyê kir
Piştî serkeftina xebatên komîn û meclisan penaberan daxwaza hevserokatiyê kir
Piştî serkeftina xebatên komîn û meclisan penaberan daxwaza hevserokatiyê kir
6 tebax, 2018   09:59

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku gelên herêma Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ragihandibû, rêgeza neteweya demokratîk, biratiya gelan û rêgeza hevserokatiyê di hemû saziyan de ji xwe re esas digire û bi cih tîne. Bi vî awayî herêma Bakurê Sûriyeyê ji şerê navxweyî bi dûr xist. Her wiha ji ber destkeftiyên Rêveberiya Xweser li Rojava-Bakurê Sûriyeyê herêm bû herêma herî ewle û aram ji bo koçberên ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê û şerên di navbera komên çete yên cuda de ku li bajarên wan rû didin, direvin.

Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji 16'ê Tîrmeha 2012'an ve, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hemû çînên gel bi hemû pêkhateyên xwe ve bi rêya avakirina komînan li hemû bajar û gundan û bi pêkanîna rêgeza hevserokatiyê, bi rêxistin kirin.

Ji cihên ku Tevgera Civaka Demokratîk xebatên birêxistinkirina şêniyan lê meşandine, yek  jî kampa Holê ye. Kampa Holê, tevî bi hezaran koçberên Sûriyeyê yên ku ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ'ê, komên çekdar û hêzên rêjîmê reviyane û her wiha ji bo pêşwazîkirina bi hezaran koçberên iraqî ku ji ber zilma DAIŞ'ê reviyane, hate vekirin.

Ewilî hevserokatî red kirin, dûre xwe bi xwe xwestin

Kamp li rojhilatê bajarê Hesekê ye. Ji ber hejmara zêde ya koçber û penaberan, rêveberiya kampê bi koordîneya hin rûspiyên êlên ereban, komîn û meclis ji bo penaberan ava kirin. Penaberan xwest komîn û meclisên wan li ser heman rêgaza komîn û meclisên li Bakurê Sûriyeyê bin, lê rêgeza hevserokatiyê red kirin.

Piştî biserketina komîn û meclisan û bi taybet xizmetên ku jinên iraqî li kampê pêşkêş kirin, penaberan daxwaz kir ku hilbijartinên nû li ser asta serokên komîn û meclisan pêk werin, lê vê care rêgeza hevserokatiyê bi cih bînin.

Girêdayî mijarê ajansa Hawarê hevpeyvînek bi rêveberiya kampê û serokê meclisên iraqiyan re çêkir. Hate destnîşankirin ku di navbera rêveberiya kampê û meclisên iraqiyan de koordîne heye û ew jî xebatê di nav kampê de hêsan dike.

Endamê rêveber ê Meclisa Kampa Holê ya penaberên iraqî Şêx Xidêr Salih wiha got: "Ji ber ku em yekser bi rêveberiyê re têkildar in, der barê kêmasiyên xedemî yan jî pirsgirêkên ku di navbera penaberan de rû didin, ji mafê me ye ku em mudexele bikin û ew jî bi rêya  pêşkêşkirina daxwaznameyeke fermî ji rêveberiya kampê re pêk tê."

Her wiha Salih diyar kir ku ji ber rewşa ewlehiyê, destûr hatibûn sekinandin û wiha pê de çû: "Niha me ev pirsgirêk çareser kir. Meclisa iraqiyan û rêveberiya kampê di nav koordîneyê de ne. Meclis daxwaznameyan ji rêvberiya kampê re pêşkêş dike û li ser wê bergiriyên pêwîst tên girtin û destûr tên dayîn."

Salih di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber serketina meclis û komînan, wan gelek daxwaznamyên penaberan ji bo ji nû ve hilbjiartinan li dar bixin, lê vê carê rêgeza hevserokatiyê bi cih bînin, radestî rêveberiya kampê kirine.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a kampa Holê Silava Şêxo jî wiha got: "Ji ber zêdebûna hejmara koçber û penaberan û ji bo hêsankirina xebatê, me komîn û meclis li kampê ava kirin. Her komînek bi erkên xwe baş radibe. Xizmet bi rêya komînan ji penaberan re tê pêşkêşkirin." Her wiha Silava Şêxo destnîşan kir rêveberiya kampê û meclisa iraqiyan di nav koordîneyê de ne.

Di dawiya axaftina xwe de Silava Şêxo diyar kir ku di van demên dawîn de, meclisa iraqiyan li kampa Holê, daxwaznameyek ji bo bicihanîna rêgeza hevserokatiyê pêşkêş kir; ji ber ku ew xebatê hêsantir dike û wiha got: "Em ê daxwaza penaberan ji bo hilbijartinên hevserokên meclis û komînan ên iraqî di demeke kurt de bi cih bînin."

(şx/ew)

ANHA