Amerîka sibe dest bi cezakirina Îranê dike

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand ku welatê wî dê cezayên nû li ser Îranê sibe ferz bike.

Amerîka sibe dest bi cezakirina Îranê dike
6 tebax, 2018   08:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo li ser riya vegera ji Sangafora ber bi Waşintonê ve ji rojnamevanên li gel xwe re got ku Amerîka dê cezayên li ser Îranê hatine ferzkirin sibe pêk bîne.

Ferzkirina cezayan dê dibe roja sêşemê saet 04:01 li gorî dema Grînîç dest pê bike û êdî Îran nikare pereyên Amerîka bikire. Her wiha dê cezayên berfireh li ser çêkerên Îranê bêne ferzkirin û di nava wan de derhatinên ji xawîleyan.

Li gorî AFP'ê Pompeo got ku ev zexta li ser Îranê "dûrxistina çalakiyên Îranê yên qirêj" armanc dike û da zanîn ku Îranî bi têkçûna rayedarên xwe di pêkanîna sozên aborî de ne kêfxweş in û wiha anî ziman: "Îranê ne ji Emerîka lê ji rayedarên xwe ne kêfxweş in". Pompeo got ku serokê Amerîka zelal axiviye û wiha aniye ziman: "Em dixwazin dengê gelê Îranê di hilbijartina rayedarên xwe de xurt be".

Cezayên nû li ser Tehranê hatine ferzkirin, piştî vekişandina Amerîka ji hevpeymana nuklerî ya bi Îranê re pêk tên.