Li çolistana Siwêda pevçûn û metirsiya bidarvekirina rehîneyan zêde dibe

Li çolistana Siwêda di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn dijwar dibe. Metirsiya bidarvekirina rehîneyên Siwêda yên di destên DAIŞ'ê de ne zêde dibe.

Li çolistana Siwêda pevçûn û metirsiya bidarvekirina rehîneyan zêde dibe
6 tebax, 2018   08:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di çarçoveya çalakiyeke leşkerî ya hêzên rêjîma Sûriyeyê de ku di 5'ê vê mehê de da ye destpêkirin, şer û pevçûn li aliyên rojhilat û bakurrojhilatê Siwêda di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de dijwar dibin.

Hêzên rêjîmê ji du aliyan ve êrîş dike û di encamê de hin dever û gir bi dest xwe ve anîn. Li gorî hin çavkaniyan Rûsya pêşniyar kiriye ku komên çekdar ên Siwêda beşdarî hemleya leşkerî ya rêjîmê bibin. Çavkaniyan diyar kirin ku gelek tabûrên herêmî yên Siwêda daxwaza Rûsya di bin merca vekişandina hêzên rêjîmê piştî bi dawîkirina çalakiyê erêkirine. Hin çavkaniyên din jî ragihandin ku ji ber metirsiya bidarvekirina rehîneyan ên li ba DAIŞ'ê, mijara beşdarbûna çekdarên Siwêda di hemleyê de hêjî di nîqaşan de ye.

Çeteyên DAIŞ'ê di 25'ê Tîrmeha borî de bêtirî 250 welatiyên sivîl li Siwêda kuştin û 35 welatî ku piraniya wan jin û zarok in weke rehîne revandin û duh jî rehîneke ji wan kuşt.

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku ew amade ye girtiyên DAIŞ'ê yên li ba wê bi rehîneyên Siwêda biguherîne.

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo got ku ew amade ne hêzeke xwe ji Siwêda re bişînin da ku şerê DAIŞ'ê bikin û hêzên herêmî yên Siwêda ji tecrûbeya wan di şerê li dijî DAIŞ'ê de sûd werbigirin.