Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xeta sînorê di navbera Sûriye û Îraqê de bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir û bi vê yekê riya çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê ber bi Îraqê ve birrî. DAIŞ'ê rehîneke ku ji Siwêda revandibû kuşt da ku zexta xwe bike û çeteyên li Geliyê Yermûk hatine dorpêçkirin ber bi çolistana Sûriyeyê ve bêne veguhestin. Tevgera Hemas hewl dide hevpeymanekê bi Îsraîlê re der barê Gazayê de pêk bîne.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
6 tebax, 2018   07:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. Der barê Sûriyeyê de rojnameyan behsa rizgarkirina QSD'ê ji xeta sînorê di navbera Sûriye û Îraqê de kirin. Her wiha bal kişandin ser mijara kuştina birêveberê Navenda Lêkolînên Zanistî yê rêjîma Sûriyeyê û kuştina DAIŞ'ê ji rehîneyeke Siwêda re. Rojnameyan bal kişandin ser lihevkirinên di navbera Tevgera Hemas û Îsraîlê de. Her wiha pêşbirkiya serokatiya hikûmetê li Îraqê û aloziya aborî ya Îranê û gelek mijarên din kirin.

QSD'ê xeta sînorê bi Îraqê re rizgar dike

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyan behsa rizgarkirina xeta sînorê Sûriyeyê bi Îraqê re ji aliyê QSD'ê ve kir. Der barê mijarê de rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "DAIŞ peywendiya xwe bi komên xwe yên li Îraqê re winda dike". Rojnameyê diyar kir ku QSD'ê ragihand ku giştî xeta sînorê di navbera Sûriye û Îraqê de ji rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst bi alîkariya Koalîsyona Navetewî paqij kiriye. Ev yek tê wateya ku peywendiya DAIŞ'ê bi komên girêdayî wê yên li Îraqê hate birrîn.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de destnîşan kir ku QSD'ê piştrast kir ku wan kordîne bi artêşa Îraqê re kiriye.

DAIŞ'ê rehîneyeke Siwêda kuşt

Girêdayî rewşa li Siwêda rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "DAIŞ ji bo çeteyên xwe ji Geliyê Yermûk derbixîne, rehîneyeke ji Siwêda kuşt". Rojnameyê diyar kir ku rêxistina DAIŞ'ê rêbazê bidarvekirinê dide meşandin da ku zexta xwe bike û çeteyên xwe ji Geliyê Yermûk derbixîne. DAIŞ'ê ku beriya demekê 35 welatî ji gundên Siwêda yên ji pêkhateya Dirûz weke rehîne girtin û yek ji van rehîneyan kuşt.

Rûsya pêşniyar dike ku çekdarên Siwêda beşdarî şerê li dijî DAIŞ'ê bibin

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe ya din wiha bi nav kir: "Pêşniyara Rûsya li dijî DAIŞ'ê tabûrên çekdar ên Siwêda xemgîn dike". Rojnameyê diyar kir ku li gorî çavkaniyên opozîsyona Sûriyeyê ew e ku Rûsya pêşniyar kiriye tabûrên çekdar ên Siwêda beşdarî hemleya leşkerî ya rêjîmê li dijî DAIŞ'ê bibin. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku gelek tabûran li ser daxwaza Şêxê Aqilê Yekgirtiyan li Sûriyeyê Hemûd El-Henawî beşdarbûna hemleyê erê kirine û vekişandina hêzên rêjîmê ji herêmê piştî têkşikandina DAIŞ'ê û belavbûna hêzên Rûsya li şûna wan weke şert danîne. Hin çavkaniyên din jî diyar kirin ku mijara beşdarkirina tabûrên Siwêda di hemleyê de hêjî di nava nîqaşan de ye, nemaze ji ber metirsiya ku DAIŞ hin rehîneyên din bidarve bike.

Birêveberê Navenda Lêkolînên Zanistî yê girêdayî rêjîmê hate kuştin

Girêdayî kuştina Birêveberê Navenda Lêkolînên Zanistî yê girêdayî rêjîmê li bajarê Misyaf a gundewarê Hemayê rojnameya El-Ereb xwe spart Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê û diyar kir ku Birêveberê Navenda Lêkolînên Zanistî yê girêdayî rêjîmê tugay Ezîz Esber di encama teqîna siwareya wî de hatiye kuştin.

Rojnameyê da zanîn ku Amerîka vê navendê ku li lîsteya cezayan zêde kiriye tewanbar dike ku alîkariya pêşxistina çêkirina gaza Sarîn û çêkirina çekên kîmyawî dike. Rêjîma Sûriyeyê jî evan tewanbarî red kirin ku hemû çekên wê di bernameya tunekirina çekên kîmyawî de di salên 2013 -2014'an de li gorî hevpeymana Rûsya û Amerîka de hatine tunekirin.

Idlib li ser sêleke germ e

Girêdayî rewş û aloziya Idlibê rojnameya El-Qusdis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Idlib li ser sêleke germ e û opozîsyon radestkirina çekên xwe red dike". Rojnameyê diyar kir ku tevî Idlib yek ji herêmên kêmpevçûn e ku di Astana 4 de hatiye îmzekirin û bêtirî 12 xalên çavdêriyê yên Tirkiyeyê li vir hatine belavkirin, lê gefxwarên rêjîmê û nîşandeyên Rûsya yên êrîşa li dijî herêmê heta niha berdewam in. Nemaze piştî ku koma dawî ya çekdarên opozîsyonê ji Deraayê ber bi Idlibê ve hatin şandin.

Rojnameyê da zanîn ku li gorî raporên çapemeniyê aliyê Tirkiyeyê kaxezeke spî pêşkêşî Rûsyayê kiriye û radestkirina tabûrên opozîsyonê ji çekên xwe yên giran ji Tirkiyeyê re misoger dike, her wiha vegerandina navendên xizmetguzariyê yên rêjîmê û vekirina riya sereke ya di navbera Heleb û Şamê de û misogerkirina rawestandina êrîşên rêjîmê li dijî Idlibê. Lê tabûrên opozîsyonê yên Sûriyeyê ku serweriya herêmê dikin xwedî helwestên cûda ne, hin ji wan çalakiyên lihevhatina bi rêjîmê re red dikin.

Hemas û Îsraîl li ser riya lihevkirinê ne

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hemas hewl dide hevpeymaneke 'hêdî hêdî' ji bo agirbestê pêk bîne"

Rojnameya El-Ereb jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hemas li benda erêkirina tabûran ji bo lihevkirina bi Îsraîlê re ye".

Îranê pilansaziyeke darayî ragihand

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îran beriya cezayan dest bi girtinan û pilansaziyeke darayî dike"

Girêdayî mijareke din a Îranê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îran deriyekî bi Siûdiyê re vedike da ku ji ambargoya xwe xilas bibe". Rojnameyê diyar kir ku Siûdiyê jî daxwaza Îranê erênî bersivandiye û weke gaveke dîplomasî ya erênî bi nav dike.

Koma Ehlî Heq ragihand ku ew kesên talanker nas nake

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Milîsên Îraqê li hemberî riswabûna talan û kuştinê rû bi rû ne". Tegera Komên Ehlî Heq li Îraqê xwe ji 50 kesan ku dibêje navê wê di çalakiyên talan û revandinê de bi kar anîne şuşt.

Namzetê Hevbendiya El-Nesir xwe ji pêşbirkiya serokwezîrtiyê vekişand

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî girêdayî mijareke din a Îraqê wiha got: "Şansên Ebadî di wîlayeteke nû de zêde dibin". Rojnameyê diyar kir ku piştî namezet Hevbendiya El-Nesir Felêh El-Feyaz xwe ji pêşbirikiya serokwezîrtiyê vekişand, şandên Ebadî di wîlayeteke nû de zêde bûne.

Hikûmeta Yemenê Yekîtiya Ewropa tewanbar dike

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat di nivseke xwe de diyar kir ku hikûmeta Yemenê Yekîtiya Eworpa tewanbar dike ku hewl dide Hosiyan bê sûc derbixîne.