Kêmasiya sotemeniyê li Girê Spî jiyanê ditewizîne

Ji ber kêmbûna madeyên sotemeniyê li kantona Girê Spî welatiyên herêmê rastî gelek astengiyan tên. Di encamê de welatiyan giliyên xwe li şaredariyê kirin. Şaredarî jî soza çareserkirina pirsgirêkê dide.

Kêmasiya sotemeniyê li Girê Spî jiyanê ditewizîne
Kêmasiya sotemeniyê li Girê Spî jiyanê ditewizîne
Kêmasiya sotemeniyê li Girê Spî jiyanê ditewizîne
Kêmasiya sotemeniyê li Girê Spî jiyanê ditewizîne
Kêmasiya sotemeniyê li Girê Spî jiyanê ditewizîne
Kêmasiya sotemeniyê li Girê Spî jiyanê ditewizîne
6 tebax, 2018   07:34

GIRÊ SPÎ

Li kantona Girê Spî ya Bakurê Sûriyeyê di demên dawîn de madeyên sotemeniyê kêm bûne. Di encamê de bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan bûye.

Bi taybet di van demên dawîn de ji ber bilindbûna pileyên germahiyê û kêmbûna avê ku bi rêya jeneratorên dîzêl ji bîran tê belavkirin, rewş dijwartir bûye. Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Hisên Elî ku ji welatiyên bajarê Girê Spî ye, got ku saetên kehrebeyê hatine kêmkirin û ji ber vê yekê rewşa wan di van rojên havînê de dijwartir bûye.

Welatiyê bi navê Kerîm Mihemed jî girêdayî heman mijarê wiha got: "Ev çend sal e em ji kehrebeyê bê par in. Bi armanca peydakirina kehrebeyê jenerator hatin peydakirin û ev jenerator jî tenê çend saetan kehrebeyê ji welatiyan re peyda dikin. Ev jî girêdayî pirsgirêka peydakirina sotemeniyê ye."

Ji ber aloziya peydakirina sotemeniyê tevgera hatûçûnê di bajêr de gelekî kêm bûye. Ajokar jî bi saetên dirêj di tabûran de li pêşiya benzînxaneyan kom dibin da ku siwareyên xwe bi sotemeniyê dagirin.

Ajokarê bi navê Îsmaîl Mihemed got ku ew di van demên dawîn de ji ber aloziya peydakirina sotemeniyê rastî gelek astengiyan tên û bandoreke neyînî bi karê wan bûye.

Sotemenî pir hindik e

Ji ber van pirsgirêkan welatiyan giliyên xwe li aliyên peywendîdar kir da ku pirsgirêk di demeke lezgîn de were çareserkirin û sotemenî ji herêmê re were peydakirin.

Girêdayî mijarê endamê Rêveberiya Komîteya Sotemeniyê ya Kantona Girê Spî, Mistefa Îbrahîm wiha got: "Miqdara sotemeniyê ku ji herêmê re tê kêm e û di encamê de bandoreke neyînî li welatiyan bû. Em bi aliyên têkildar re di nava peywendiyan de ne da ku pirsgirêk were çareserkirin û van aliyan jî soz da ku di demeke lezgîn de madeyên sotemeniyê li gorî tê xwestin peyda bikin."

ANHA