Li Xaneqînê teqînek, yek birîndar

Li navçeya Xaneqînê  ya başûrê Kurdistanê teqînekê rû da. Di encama wê de kesek birîndar bû.

Li Xaneqînê teqînek, yek birîndar
5 tebax, 2018   09:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên polîsên Xaneqînê hatine girtin, îro di saet 10:00'an de li nêzî Taxa Îmam Ebas a navçeya Xaneqînê ya ser bi Diyale teqînek rû da.

Li gorî heman çavkaniyê, di teqînê de welatiyek birîndar bû.

Piştî teqînê polîsên Xaneqînê çûn cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.