Projeya avakirina Goristana Şehîd Raxib li ber bidawîbûnê ye

Karkerên ku Goristana Şehîd Raxib El-Etiyê li navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo ava dikin, diyar kir ku wan ji sedî 85 xebata xwe bi dawî kiriye.

Projeya avakirina Goristana Şehîd Raxib li ber bidawîbûnê ye
Projeya avakirina Goristana Şehîd Raxib li ber bidawîbûnê ye
Projeya avakirina Goristana Şehîd Raxib li ber bidawîbûnê ye
Projeya avakirina Goristana Şehîd Raxib li ber bidawîbûnê ye
Projeya avakirina Goristana Şehîd Raxib li ber bidawîbûnê ye
Projeya avakirina Goristana Şehîd Raxib li ber bidawîbûnê ye
5 tebax, 2018   09:07

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Bi armanca dilsoziya bi şehîdan re û mayîndekirina bîranînên wan di 13'ê Tebaxa 2017'an de li gundê El-Salihiyê yê rojavayê navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo avakirina yekemîn goristana şehîdan bi navê "Goristana Şehîd Raxib El-Etiyê" hate destpêkirin.

Di goristanê de cenazeyên şehîdan ku canê xwe fedayî rizgarkirina welat û parastina wê kirine yên Yekîneyên Parastina Gel/Jin, Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Asayîşê û Hêzên Erka Xweparastinê hene.

Avakirina goristanê di destpêka meha Gulana îsal de dest pê kir. Di goristanê de salonek hate avakirin da ku wêneyên şehîdan tê de bêne daliqandin. Her wiha dîwarê derdora goristanê jî hate avakirin û kenarên di nava gorên şehîdan de hatin rastkirin û birêxistinkirin. Du deriyên goristanê jî li aliyên rojhilat û bakur hene.

Xebatên avakirina goristanê heta niha ji sedî 85 xilas bûye. Li gorî karkeran ew di xebatên avakirinê de rastî tu astengiyan nehatine û ew xebatên xwe bi rêk û pêk didin meşandin.

Endamê Buroya Pîşesaziyê ya Desteya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Îbrahîm Mehmûd Mihemed ku çavdêriya avakirina Goristana Şehîd Raxib El-Etiyê li navçeya Til Hemîs dike, destnîşan kir ku xebatên avakirina goristanê li gorî hevpeymana bi karsazan re hatiye îmzekirin, tê meşandin. Mihemed got ku li gorî hevpeymanê proje dê 120 rojan bi dawî dibe.

Mihemed aşkera kir ku lêçûna avakirina goristanê nêzî 180 milyon lîreyên Sûriyeyê ye û li ser rûpîvaneke 65 donim tê avakirin. Mihemed da zanîn ku piştî xebatên avakirinê bi dawî dibin dê gorên şehîdan bi kevirên mermer bixemilînin.

Şehîd Raxib El-Etiyê, şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û ji welatiyên navçeya Til Hemîsê bû. Şehîd Raxib di destpêka meha Tebaxa 2017'an de di çarçoveya hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû û yekemîn şehîd e li vê goristanê tê spartin.

ANHA