ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2018
5 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Rêxistina Kongreya Star bi armanca şîrovekirina biryarên konferansa dawîn ya Kongreya Star ji şêniyên gundê Sosîn ê navçeya Til Rifetê civînekê li dar dixe. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Akademî stûna sereke ya avakirina civaka exlaq û polîtîk e û roleke gîrîng di pêşxistina zanista civakê û guhertina hişmendiya desthilatariyê de dilîze. Akademiyên bîrozî yên ku li Bakurê Sûriyeyê hatine vekirin li ser heman bingehê dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn Qada Reqayê hewl dide fikirên ku çeteyên DAIŞ‘ê de di nava gel de çandibû ji holê rake. Her wiha belavokên hişyariya ji cihên bi mayîn belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Dengebêjê ermen Aprîham Bûxîsiyam ku malbata wî ji Komkujiya Ermaniyan xilas bû, 45 sal e erebeyan temîr dike û li dijî windakirina çanda ermeniyan dengbêjiya xwe didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiyên hefteya çandê ya ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê ve hatiye organîzekirin li navçeya Til Rifet bi şahiyekê bi dawî dibe. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Buroya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê bi mebesta pêşxistina aboriya jin amadekariyên vekirina kargeheke dirûtinê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nûnerê Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê Buroya Til Hemîsê Îd El-Hisên: Dewleta tirk tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebite, opozisyon firot, opozisyon jî bûye mîna kesê ku newqî navê dibe û xwe bi darekekî ve dadilqîne ." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Moskowê gotûbêjên der barê hebûna Îranê di Sûriyeyê de bi encam kirin û hêzên Îranê 50 km ji sînorên Îsraîlê dûr xistin  Xwepêşandanên li Iraqê gur dibin Li Yemenê çavkaniyan aşkera kir ku danûstandinên dema bê dê li Cinêvê bêne lidarxistin û Griffiths diyardeyên plana xwe radigihîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên herêmên başûrê herêma Cizîrê banga li şardariyê dike ku lezê bide xebatên xizmetguzariyê wekî sererastkirina xetên kanalîzasyonê û avê û xebatên xizmetguzariyê. Lê budceya şaredariya nû hîna nehatiya veqetandin. Ji aliyê xwe ve Meclisa Rêveber a Komîteya Şaredariyan a herêmê tekez kirin ku di demeke nêzîk de dê budceya şaredariyê were diyarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-  Li gelek gundên kantona Kobanê bi sedema germa zêde dûpişk û mar zêde bûne, şêniyên jî ji ber vê yekê bi fikar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo di demên dawîn de xebatên avakirinê li geş bûye. Nemaze piştî ku şaredariyê derfetên avakirinê hesan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA