Rûsya û Îsraîlê li hev dikin û li Idlibê amadekariyên operasyonên leşkerî

Moskovê gotûbêjên der barê hebûna Îranê di Sûriyeyê de bi encam kirin û hêzên Îranê 50 km ji sînorên Îsraîlê dûr xistin Xwepêşandanên li Iraqê gur dibin Li Yemenê çavkaniyan aşkera kir ku danûstandinên dema bê dê li Cinêvê bêne lidarxistin û Griffiths diyardeyên plana xwe radigihîne.

Rûsya û Îsraîlê li hev dikin û li Idlibê amadekariyên operasyonên leşkerî
5 tebax, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Bûyerên li başûrê Sûriyeyê û amadekariyên operasyonên leşkerî li dijî Idlibê, xwepêşandanên Iraqê veguherîne mîtîngên vekirin, her wiha hewldêanên Griffiths ên çareserkirina aloziya Yekemîn mijarê sereke yên rojnameyên Ereban ên vê hehfeteyê bûn.

Rûsya hewl dide bi lihevkirinên bi Tirkiyê re  Idlibê parçe bike

Amadekiriyên operasyonên leşkerî li dijî Idilbê di roja rojnameyên ereban de cihekî mezin girt. Di vê derbarê de rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Projeya Rûsya  ya bi navê kerîdora ewlekariyê ji bo rêjîmê Idlibê parçe dike" weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin Moskoyê hewl dide vê proje bi lihevkirinekê bi Tirkiyê re pêk were ku kerîdorên ewlekariyê yên rêjîme ji re bihêle li beramberî ku başûr û rojavayê Idlibê tevlî herêmên xwe bike.

Tirkiyê çeteyên xwe ji bo şerê Idlibê kom dike

Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Tirkiyê komên xwe komî ser hev dike da ku şerê hêzên Esed bike" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin, "Çavkaniyan ji opozisyonê aşkere kirin ku komên li bakurê Sûriyeyê artêşekê ava bikin da ku li hemberî hêzên hikûmetê yên ku amadekariyên şerê li Idlibê dikin, şer bike."

Rêjîma Sûriyeyê amadekariya şerê rojavayê Idlibê dike

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîm şerê rojavayê Idlibê bi fûzeyên fosforîk dest pê dike". Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê duh bi dehan fûzeyên fosforîk avêtin devera rojavayê parêzgeha Idlibê.

Rojnameyê xwe spart Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê û wiha got: "Sêkoşeya rojavayê Cisir El-Şixor – çiyayên bakurrojhilatê Laziqiyê – Deşta El-Xab rastî êrîşa bi dehan fûzeyan hat.

Mosko mehek muhlet da Enqereyê da ku dosya Idlibê bi encam bike

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan bal kişand ser dosyaya Idlibê, di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya ji bo çareserkirina Idlibê mehek muhlet da Tirkiyeyê". Rojnameyê diyar kir ku li gorî çavkaniyên xwedî zaniyarî ragihandin ku Moskov mehek muhlet da ye Enqereyê heta lûtkeya Rûsya, Tirkiye, Fransa û Almanyayê di 7'ê Îlonê de tê lidarxistin da ku dosyaya Idlibê bi encam bikin. Enqere zextê li tabûrên opozîsyonê yên bakurê Sûriyeyê dike da ku yekitiya xwe ava bikin û "Eniya Niştimanî ya Rizgariyê" ava bikin, ku ji nêzî 70 hezar leşkeran pêk tê.

Civîna toreya Astana dîsa têk çû û Rûsya Tirkiye dilxemgîn kir

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyên Erebî behsa civînên toreya Astana ku li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatiye lidarxistin kirin. Rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Soçî 10; a Destûrî li ser daxwaza De Mistûra ji dewletên misogerkar re ber bi Cinêvê ve di îlûnê de". Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê ji Sûçî diçe Cinêvê û Mosko tehranê neçar nake da ku hêzên xwe vekişîne".

Rojnameyê diyar kir ku civînên "Astana 10" duh hatin bidawîkirin ku li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatiye lidarxistin, bêyî ku derbasî dosyeyên cewherî bibe. Dosya avakirina "Komîteya Destûrî" ya Sûriyeyê hewaleyî civîneke di meha bê de li Cinêvê hate kirin. Tevî ku şandeyê navnetewî Stîffan De Mistûra pêşniyarek pêşkêşî namzetan kir. Dosya parêzgeha Idlibê jî li ser hemû ihtîmalan vekirî hate hiştin..

Moskov dûrxistina Îranê ji Colanê piştrast dike

Rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Moskov piştrast dike ku Îran 85 km ji Colanê hatiye dûr xistin." Rojnameyê diyar kir ku li gorî şandeyê serokatiya Rûsyayê Aleksander Lavrentiyêv Moskov gotûbêjên girêdayî dosya hebûna Îranê li başûrê Sûriyeyê bi encam kirine û hevpeymana bi îraniyan re  ragihand ku tê pêkanîn û Îran 85 km hatiye da ku fermandariya Îsraîlê neyê kersandin.

Rêjîm ber bi bidawîbûna encamkirina dosyaya Deraa û Quneytera ve diçe

Girêdayî rewşa li başûrê Sûriyeyê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Şam têkşikandina armanceke ezmanî ya dijber ragihand û Moskov guman dike çalakiyên li  başûr di demeke zû de bi dawî bibe."

Rojnameyê li ser navê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku "Çalakiya hêzên hikumetê ya tunekirina terorê li parêzgehên Deraa û Quneytera li ber bidawîbûnê ne." Zaxarova destnîşan kir ku ziyanên çekdaran hê jî zêde dibin.

Gefxwarinên Sîstanî hişt ku tevgera avakirina hikumetê bi lez bibe

Girêdayî mijarên Iraqê jî rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hişyariya Sîstanî tevgera bloka mezintirîn bi lez kir". Rojnameyê diyar kir ku bilokên siyasî yên di hilbijartinên Iraqê de bi ser ketine tevgera xwe ji bo avakirina blokên parlemanê ya mezintirîn bi lez bûye. Nemaze piştî helwesta hişk a Lêvegerê Şîayî yê bilind li Iraqê Ayetullah Elî El-Sîstanî di xutbeya roja Înê de ya der barê bilezkirina avakirina hikumetê û rê li pêşiya xwepêşandêran vekir ku rêbazên xwepêşandanên xwe rengîn bikin.

Xwepêşanderên başûr bi pereyan razî nebûn

Girêdayî mijar û aloziya Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Xwepêşandêrên başûr bi pereyên Bexdayê razî nebûn". Rojnameyê diyar kir ku tevî ragihandina hikumeta Iraqê ku wîlayeta wê bi dawî bûye ku li ser soza serokwezîr Heyder Ebadî pere ji parêzgehên navîn û başûr re veqetandine, diyar e ev veqetandina pereyan welatiyên bajarên başûr birazîkirin nedane da ku xwepêşandanên xwe bi dawî bikin.

Rojnameya El-Ereb ji aliyê xwe ve nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Birrîna fînanseya Îranê hişt ku partiyên Iraqê pêşbirkiyê li ser wezaretên dewlemend bikin". Rojnameyê diyar kir ku partî û bilokên siyasî yên Iraqê di danûstandinên xwe yên ji bo avakirina hikumetê miqdara budceya wezaretan di ber çavan re derbas dikin.

Griffiths hewl dide danûstandinên Yemenê li derveyî çarçoveya kevn tev bigerîne

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Griffiths riyeke nû li rex tevgerên danûstandina Yemenê vedike". Rojnameyê li ser navê çavkaniyên dîplomasî diyar kir ku şandeyê navnetewî li Yemenê Martin Griffiths hewl dide riyeke nû ji bo çareseriya siyasî vebike û çarçoveya kevin derbas bike da ku serhişkiya hûsiyan derbas bike.

Griffiths hewl dide mehekê şer rawestîne

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Plana Griffiths; agirbesta mehekê û danûstandinên li Cinêv". Rojnameyê ragihand ku çavkaniyên dîplomasî tîpên stûr ên plansaziya şandeyê navnetewî ji bo Yemenê Martin Griffiths ku pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî kiriye, aşkera kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku çavkaniyan gotin ku Griffiths dê di civîna xwe ya bi Konseyê re daxwaza rawestandina çalakiyên leşkerî ji bo mehekê li Yemenê bike û dê bang li aliyên Yemenê bike da ku toreya danûtandinên nû li Cinvê dest pê bikin. Çavkaniyan diyar kir ku Griffiths tevgera xwe zêde kiriye da ku sîwaneke navnetewî û herêmî wergire û şer rawestîne da ku dest bi pêkanîna tedbîrên siyasî û mirovahî bike û rê li pêşiya danûstandinên di navbera hikumeta Yemenê û hûsiyan de vebike.

Danûstandinên Filistînê didomin û aliyên navneteweyî alîkariya lihevhatinê dikin

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hikumet radestkirina wezaretan mijara sereke dibîne û Pûtîn alîkariya lihevhatinên Filistînê dike." Rojnameyê diyar kir ku Misir ji bo serkeftina danûstandinên taybet bi lihevhatinên Filistînê û înîsyatîfa girêdayî herêma Xaza ku Nîkolay Mladînov têde dixebite, ked dide. Ev xebat alîkariya xwe ji Neteweyên Yekbûyî, Amerîka werdigire û behsa destwerdaneke serokatiya Rûsya û roleke Almanî tê kirin. Çavkaniyên Filistînê atmosfêr erênî û avaker nirxandin. Rêxistina Rizgariyê jî hewldana hin endamên Kongreya Amerîkayê ya derxistina qanûnekê ku tenê 40 hezar koçberên Filistînê li şûna 5.2 milyon koçberan nas dike, red dike.

Filistînî li Xan El-Ehmer seferber bûn

Girêdayî mijareke din a Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Beriya 'rûniştina hilweşandinê' li Xan El-Ehmer seferberî". Rojnameyê diyar kir ku Filistîniyan li devera Xan El-Ehmer beriya çend saetan ji rûniştina dadgeha Îsraîlê da ku biryara hilweşandinê bidin, seferber bûne. Rayedarên Filistînê û Tevgera Fetih bang li welatiyan kir ku çalakiyên xwe li Xan El-Ehmer berdewam bikin da ku rê li pêşiya pilanên hilweşandinê yên Îsraîlê derbikevin.

Keda ji bo agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de tê pişgirîkirin

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Ereb di manşeteke xwe de wiha got: "Danûstandinên di navbera Hemas û Îsraîlê de ji bo agirbesta hemdem derbasî qonaxeke encamdar dibe".

Rojnameya El-Heyat jî di nivîseke xwe de wiha got: "Misr li gel hikumetê û bêyî wê bi Hemasê re li hev dike". Li gorî çavkaniyan hate ragihandin ku Misirê çira kesk a Amerîka û Îsraîlê wergirtiye da ku danûstandinê bi Hemasê re bike û agirbesta hemdem pêk bîne.

Trump hevdîtinên bê merc pêşkêşî îraniyan dike

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Trump bi pêşniyara hevdîtinên rasterast bi ser Rohanî de çû". Rojnameyê diyar kir ku serokê Amerîka Donald Trump bi ser  serokê Îranê Hesen Rûhanî ve çû ku ew amade ye bê şert û merc bi rayedarên Îranê re dema ku dixwazin bicive.

Hebûna Tirkiyeyê di hundirê Qeterê de çarçoveyeke din werdigire

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Leşkerên tirk li Qeterê fêrî zimanê erebî dibin da ku nasnameya wê wergirin". Rojnameyê li gorî çavkaniyên taybet li paytexta Qeterê diyar kir ku çînên civakî û aborî li welat xemgîniyekê jiyan dikin ji ber ku zextên li ser welatê wan zêde dibin, nemaze piştî tecrîda siyasî ya 5'ê Hezîrana 2017'an û encamên ji ber wê derketine ku gefan li nasnameya Qeterê û paşeroja wê di mala dewletên kendavê de dixwe. Wezareta Parastinê ya Qeterê bidawîkirina dewreya fêrkirina zimanê erebî ji komeke leşkerên tirk ên di hundirê welat de ragihand.

Têkliyên di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de baş nabin

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rayedarekî ewropî; Desthilatdariya Tirkiye dîktatorek dimeşîne". Rojnameyê diyar kir ku hevserokê bloka Kesk di Parlemana Ewropa de Philippe Lamberts got ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Tirkiyeyê ber bi desthilatdariya tekakesî ve weke sîstemên dîktator ve dibe û ji Yekitiya Ewropayê dûr dikeve.