Şêniyên navçeya Eyn Îsa bi gazin in

Şêniyên taxa başûr a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî li Bakurê Sûriyeyê, ji ber birka avê ku bêhna nexweş li taxê belav dike, bi gilî û gazinc in.

Şêniyên navçeya Eyn Îsa bi gazin in
Şêniyên navçeya Eyn Îsa bi gazin in
Şêniyên navçeya Eyn Îsa bi gazin in
Şêniyên navçeya Eyn Îsa bi gazin in
3 tebax, 2018   07:43

TIRKÎ EL-KALIT-EHMED KEMYAN/GIRÊ SPÎ

Piştî ku Şaredariya Gel bi koordîneya rêxistinek ku li taxê kar dike, xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê bi dawî kirin, di encama telefbûna xeteke kanalîzasyonê de li herêmekê birkek çêbû.

Ev birk bi firehiya 1000 metre dam e. Gelek bêhnên nexweş jê derdikevin û mêş û kêzik lê kom dibin. Şêniyên taxên başûr û rojava yên navçeyê, ji ber vê gelekî aciz bûne.

Welatiyê bi navê Mistefa Cuma yê ji şêniyên taxa başûr e, ji aliyên têkildar xwest vê pirsgirêkê çareser bikin û bi taybet di nav bilindbûna pileyên germahiyê de, dê bibin sedema belavbûna nexweşiyên çermî û wiha pê de çû:"Ji ber cihê birkê li aliyê rojava yanî li aliyê ku ba tê taxê, bêhna nexweş û mêş derbasî taxên dibin û di encamê de gelek nexweşî wekî laşmanya dê derkevin holê."

Her wiha Mistefa Şaredariya Gel a navçeyê ji ber neçareserkirina vê pirsgirêkê ruxmî giliyên wan, rexne kir.

Li gorî piraniya şêniyên taxa başûr, alavê kolandinê yê girêdayî belênderê ku bi xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê rabûye, qestela avê şikand û bi bihanaya ku dema eqda wî bi şaradariyê re bi dawî bûye, sererast nekir ji ber wê ev birk çêbû.

Ev diyarde ji ber kêmasiya şaredariyê derketiye holê, ji ber ku şaredarî çavdêriya xebatên sererastikinê yên ku belênder pê rabûye nekir û her wiha tekez nekir ku proje bi awayekeî rêkûpêk bi dawî bûye.

Girêdayî vê mijarê, rayedarên şaredariyê bersivek qayil neda û wiha got: "Pirsgirêk di encama lehiyên ku di meha Nîsanê de li herêmê pêk hatine, derketiye holê". Rayedaran destnîşan kir ku ew niha ji ber kêmderfetan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dê tenê birkê bi axê bixitimînin.

Di nav tevliheviya paşveavêtinên aliyên têkildar de, pirsgirêka birkê wekî xwe maye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel a Eyn Îsa xetên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 1000 metre di 28'ê Gulana borî de sererast kirin.

(şx/ew)

ANHA