YPJ: Komkujiya Şengalê nayê jibîrkirin

YPJ`ê  şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anî û got:ʺ Ev komkujî û ne jî komkujiyên din wê werin jibîrkirin. Ji bo em vê xeteriya roja îro li ser tevahî mirovahî berdewam dike bi dawî bikin bang li tevahî gelê Kurd û mirovahiya tekoşer dikin tekoşîna xwe bilind bikin.ʺ

YPJ: Komkujiya Şengalê nayê jibîrkirin
3 tebax, 2018   07:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi boneya salvegera 4`emîn a komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

ʺBi boneya salvegera 4. a komkujiya Şengalê, ku bi destê hişmendiya zilamê serdest pêk hat û di heman demê de hêzên ku li hember komkujiya jin û zarokan bêdeng man em bi tundî şermezar dikin. Di şexsê jinên ku hatin dîlgirtin û şervanên ku di oxira pêşî girtina fermanê de xwe bi ruhê fedaiyane kirin mertal bibîr tinin û soza pêkanîna hêviyên wan û biryara bilindkirina tekoşînê nû dikin.

 Gelê me yê ku bi baweriya Êzîdîtiyê ji dîrokê û heta roja îro jiyan dike, her demê bi komkujiyan re rû bi rû ma ye. Çeteyên DAIŞ’ê ev komkujî li hemberî mirovahiyê, gelê Kurd û di şexsê gelê Kurd de li ser pêkhateya Êzîdiyan hate kirin. Li hemberî civaka ku çanda hezarî salan a mirovahî diparast hate kirin. Bi van komkujiyan re gelek êş hatin jiyankirin. Sedema bi van komkujiyan re rû bi rû hatina gelê Êzîdî ji girêdanbûn û dest jê ne berdana wan ya bi xak, çand û baweriya wane.

Fermana 74’a ji fermanên  din ên ku pêk hatin bi gelek aliyên xwe ve cûdatir bû. Êrîşa ku hat kirin di bengeha xwe de li hember nasname û bawereriya gelê Êzîdî bû. Lê jinên Êzîdî, zarok, kal û pîran xwe bi vîneke mezin, bi girêdana  baweriyê tî, pêxas û birçî li berxwedan. Bi avakirina hêzên parastinê re pêşî li komkujiyê hate girtin.

Hêzên parastinê yên ji keç û xortên Şengalê hate avakirin, bi ked û berxwedana şervanên YPJ-YPG’ê û bi hatina gerîlayên HPG-û YJA Star re rê li pêşiya komkujiyê çeteyên DAIŞ û hevkarên wî hate girtin. Lê roja îro ev xeterî bi temamî ji holê nehatiye rakirin. Tekoşîna hate dayîn komkujî da sekinandin lê hêj xeterî li ser tevahî gelê Kurd û gelê me yê Êzîdî berdewam dike. YPJ’ê parastina jin û gelê Şengalê ji bo xwe weke erkekî mirovahiyê ditiye û bi hişmendiya parastina jinên Şengalê hem di vekirina korîdora ji Şengal heta Rojava û hem jî bi pêşxistina gelek pêngavên li ser bingeha tolhildana Jinên Şengalê gelek bedel dan û kedekî mezin da avakirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ji çeteyên DAIŞ’ê bi beşdariya şervanên YJŞ û YPJ’ê pêk hat jî yek ji pêngava herî watedar a ji bo tolhildana jinên Şengalê bû. Di fermana 74. de berxwedaniya ku di kesayeta jinên Êzîdî, li hemberî hişmendiya serdestan pêk hat nasnameya berxwedaniya jinê careke din derxistiye holê. Şervanên YPJ’ê bi rihê xwedî li derketina hemû jinên cîhanê, ji bona gel û jinên Êzîdî yên ku di encama vê komkujiyê de hatin qetilkirin û dîl girtin  tekoşîn dan meşandin. Di encama vê tekoşîna bilind a gelê Êzîdî de di roja îro de gel, keç û xortên Êzîdî bûne xwedî hêza tekoşîn û vînê. Bi meşandina tekoşîna hevpar a jinên Kurd re îro hevgirtinekî ruhî, netewî, çandî, civakî û welatparêziyek xurt hatiye avakirin û hişmendiya parastina cewherî bûye hêmanekî bingehîn ê avakirina jiyana azad.

Li ser van bingehan dibêjin wê ne ev komkujî û ne jî komkujiyên din wê werin jibîrkirin. Ji bo em vê xeteriya roja îro li ser tevahî mirovahî berdewam dike bi dawî bikin bang li tevahî gelê Kurd û mirovahiya tekoşer dikin tekoşîna xwe bilind bikin. Careke din komkujiya ku li ser jin, zarok û gelê me yê Êzîdî pêk hat bi tundî şermezar dikin. Di kesayeta rêheval û şervanên ku xwe ji bona parastina gel û jinan kirin mertal û gîhiştin şehadetê bibîr tînin, soza bilindkirina tekoşîna jinan dûbare dikin. Wê tekoşîna me li hemberî çeteyên DAIŞ û hevkarên wî bê navber bidome û dibêjin heta hişmendiya serdest, ya ku jinê dikuje û di şexsê jinê de êrişî jiyanê dike ji holê neyê rakirin wê tekoşîna me bi hemû leza xwe werê berdewam kirin.ʺ

(kc)