Sersaxî ji malbata şervanê YPG Merwan kobanê re hate xwestin

Welatiyên kantona kobanê sersaxî ji malbata şervanê YPG`ê Merwan Kobanê re xwest.

Sersaxî ji malbata şervanê YPG Merwan kobanê re hate xwestin
3 tebax, 2018   07:30

KOBANÊ

Dud bi sedan şêniyên kantona kobanê, Hevserokê Kantona Kobanê Mistefa Îto, Hevserokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen û Herserokê Meclisa TEV-DEM `ê Ehmed Şêxo serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG`ê Mihemed Ebûd(Merwan kobanê) ê ku li Reqayê şehîd bûbû, kirin û sersaxî ji malbata wî re xwestin. Konê sersaxiyê li ber mala şehîd li gundê Qazanî yê girêdayî navçeya Çelebiyê hate vedan.

Li kon merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê ji bo giyanên şehîdan destpê kir.

Li ser navê TEV-DEM`ê Mûrad Lalo axaftin hate kirin. Lalo sersaxî ji malbata şehîd Merwan re xwest û got:"Şehîdên me rûmeta me ne em şehîdên xwe di dilê xwe de vedişêrin. Em bi saya şehîdên xwe gihîştin roja îro.ʺ

Merasîma sersaxiyê bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şm)

ANHA