Bi helbestên xwe berxwedana gel tîne ziman

Xwe bi xwe fêrî zimanê kurdî bû û dest bi nivîsandina helbestan kir. Ji rewşa ku kurd tê re derbas dibin, bi dehan helbest derxistin. Her wiha gelek kes fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kirin.

Bi helbestên xwe berxwedana gel tîne ziman
Bi helbestên xwe berxwedana gel tîne ziman
Bi helbestên xwe berxwedana gel tîne ziman
Bi helbestên xwe berxwedana gel tîne ziman
30 tîrmeh, 2018   07:09

XANDÎ ELO – TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Cîhad Hemdûş 69 salî ye, ji gundê Xirbe Şera yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ye û bavê 3 zarokan e. Niha li gel malbata xwe li gundê Ziyara yê navçeya Şêrawa dimîne.

Li gel ku zimanê kurdî ji aliyê hêzên mêtinger ve rastî hewldanên asîmîlekirinê dihat jî Hemdûş bi rêya gunharkirina li Radyoya Yerîvanê ya bi zimanê kurdî û xwendina belavokan xwe fêrî zimanê kurdî dike. Herî dawî xwe fêrî gramerê dike û dibe mamosteyê zimanê kurdî. Dema leşkeriya rêjîmê dikir, ciwanên kurd jî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kirin.

Hemûş di dawiya salên 80‘yî de dest bi nivîsandina helbestan dike, li ser komkujiyên li dijî gelê kurd, wekî Helebçeyê helbestan dinivîse. Helbesta wî ya yekemîn bi navê "Ziyana Helebçe" bû, helbesta xwe cara yekemîn di Newroza Efrînê ya 1991‘an de xwend.

Xwendekarên gund fêr dike

Di dema êrîşên dijwar ên komên çete li ser gundê Qestel Cindo di sala 2013‘an de, Hemdûş di bin topbaranê de xwendekarên gund fêrî zimanê kurdî dikirin. Xwendekarên ku li ber destî wî mezûn bûne niha bûne mamoste. Her wiha Hemdûş gundiyên Xirbe Şera û Qetmê yên navçeya Şera jî fêrî ziman kirin.

Cîhad Hemûş bi dehan helbest li ser mijarên cuda, herî zêde têkoşîna gelê kurd bi zimanê kurdî nivîsandine û di 3 dîwanan de (Bihara Gelan, Banga Welat û Kew û Kewgiran) kom kirine.

Bû dengê berxwedana Efrînê

Bi dijwariya êrîşên hêzên dagirker ên li ser Efrînê, helbestvan Cîhad Hemdûş wekî bi hezaran xelkên Efrînê berê xwe da Şehbayê. Li vir jî hestên helbestvaniyê li gel wî mezintir dibin, êdî li ser berxwedanê, azarên gel û hovîtiya çeteyan helbest dinivîse.

Hevjîna Cîhad Hemdûş mamosteya zimanê kurdî Fadya Beyar diyar dike ku Hemdûş beriya 16 salan bi rêya pirtûka Osman Sebrî ew fêrî zimanê kurdî kiriye.

(bb/ew)

ANHA