Taxa El-Îskenderiyê bê av maye

Şêniyên taxa El-Îskenderiyê ya Tebqayê ji ber kêmbûna ava vexwarinê bi gazinc in. Ji ber wê şêniyan bang li aliyên têkildar kir da ku toreyên ava vexwarinê sererast bikin.

Taxa El-Îskenderiyê bê av maye
Taxa El-Îskenderiyê bê av maye
Taxa El-Îskenderiyê bê av maye
30 tîrmeh, 2018   07:14

TEBQA

Piştî rizgarkirina Tebqayê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ji çeteyên DAIŞ'ê, jiyan hêdî hêdî vegerî bajêr. Lê di van 3 mehên dawîn de ava vexwarinê ji bo demên dirêj qut dibû û niha bi temamî li ser hin taxên bajêr qut bûye.

Welatiyê bi navê Xemîs El-Enaz yê ji taxa El-Îskenderiyê ye got ku av gelekî kêm bûye û ji bilî cihên nizm, av nagihîje taxê. Şêniyên taxê li ber kaniya sereke ya taxê û di destê wan de dewlik û ji bo tijîkirina avê gelek saetan disekinin. Hinek şênî ji sahrîcan bi buhayê 5 hezar lîreyên Sûriyeyê ji bo her 5 bermîlan, avê dikirin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Hesen Ibrahîm El-Kurdî yê ji şêniyên taxa El-Îskenderiyê wiha  got:" Alozî di nav tunebûna kontrolkirinê de li taxê bi awayekî bê ser û ber zêde bû."

Hevseroka Saziya Avê ya Tebqayê Helîme El-Hemûd jî wiha axivî: "Şaredariya Gel a Tebqayê berpirsa vê aloziyê ye. Şaredarî ji yekîneyê re wesayîtên pêwîst pêşkêş nekirin, da ku yekîne bi erkên xwe rabe. Her wiha rêveberiya bendavê av bi miqdarên guncaw di hilmijê re berneda."

Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê hevseroka Saziya Avê Helîme El-Hemûd destnîşan kir ji bo sererastkirina toreyên avê û dirêjkirina xetên avê dê bi hinek rêxistinan re bixebitin.

(şx/ew)

ANHA