Eşqa Tehlo û kemançeya ji tenekeyê rûn

Ehmed Tehlo ji 15 saliya xwe ve aşiqê kemançeyê dibe. Ji tenekeyeke rûn kemançeyekê ji xwe re çêdike. Ji 15 salî heya 62 saliya xwe li kolan, şevbêrk û zemawendan kemançeya xwe li gel xwe digerîne û dilê gel pê xweş dike.

Eşqa Tehlo û kemançeya ji tenekeyê rûn
30 tîrmeh, 2018   06:16

BÊRÎTAN MEDUSA – OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Ehmed Tehlo (Bavê Şêxmûs) yek ji kemançejenê gundê Werdiyê yê girêdayî navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ye. Ehmed di zarokatiya xwe de li gel malbata xwe koçî bajarê Hesekê dibe û heta niha li Hesekê dijî.

Kemançeya xwe ji tenekeyeke rûn çêkiriye

Taybetmendiya Ehmed Tehlo ji kemançejenên din ew e ku kamançeya xwe ji tenekeyê rûn çêkiriye û di nava welatiyên Hesekê de navdar e. Tehlo ku niha 62 salî ye, di 15 saliya xwe de aşiqê muzîkê dibe û dibêje ku birayê wî yê mezin ji tenekeyan amûrên muzîkê çêdikirin û ew jî çav li birayê xwe dikir. Tehlo di 15 saliya xwe de kemançeyekê ji tenekeyeke rûn çêdike û ev nêzî 45 sal e li kamençeya teneke dixe û li kolan, şevbêrk û zemawendan dilê welatiyan xweş dike. Tehlo girêdana xwe bi kemançeya xwe re wiha tîne ziman: “Her tim li cem min e, dema ne li cem min be ez nexweş dibim.”

‘Min 20 caran ceriband û herî dawî ez gihaştim dengê ku ez dixwazim’

Tehlo di destpêkê de tembûrek ji tenekeyan çêdike, piştî ku fêrî tembûrê dibe xwest fêrî kemançeyê jî bibe û ji dengê kemançeyê pir hez dike. Tehlo diyar kir ku derfeta wî ya kirîna kemançeyekê tune bû û xwest kemançeyekê ji tenekeya rûn çêke û wiha got: "Min gelek kemançeyên teneke çêkirin lê baş deng jê nedihat û herî dawî ez gihaştim dengê ku ez dixwazim."

‘Ez li ber pez fêr bûm’

Tehlo li ser çêkirin û fêrbûna kemançeya xwe wiha dibêje: “Ji ber rewşa xizantiyê her kesekî nikaribû amûrek muzîkê bikire. Ji ber vê yekê min xwest ku ez kemançeyekê ji tenekeya rûn çêkim. Min ji dengê kemançeyê pir hez dikir. Piştî ku min kemançeya xwe çêkir, min bi xwe re dibir çolê li ber pez û min xwe fêr dikir. Xelk dihatin cem min, ez diçûm cem wan. Me şevbêrk çêdikirin û min di wan şevbêrkan de li kemançeya xwe ya teneke dixist.”

‘Ez ji dengê kemançeya teneke hez dikim’

Her çendî di destpêkê de derfetên Tehlo yên ji bo kirîna kemançeyekê nebûn jî, piştre jî nexwest bikire ji ber ku ji dengê kemançeya xwe ya teneke hez dike û fêrî wê bûbû. Tehlo tu carî kemançeya xwe bi pere nejentiye, tenê ji bo keyfxweşkirina heval û civaka xwe li têla kemançeya xwe xistiye û lê dixe. Ew tenê aşiqê kemançeya xwe ya teneke ye.

Çar zarokên Tehlo hene, lê zarokên wî bi muzîkê ve eleqedar nabin. Tehlo piştî Şoreşa Rojava di Koma Şehîd Hogir a dengbêjan de ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê de kar dike. Tehlo bi 4 hevalên xwe re karê muzîkê dide meşandin. Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê ji Tehlo xwest ku li kemançeyeke nû bide, lê Tehlo got ku ew ji bilî kemançeya xwe li tu kemançeyên din nade.

Tehlo çêkirina kemançeya xwe ya ji tenekeyê rûn ji bo me wiha vegot: “Destpêkê min tenekeyek rûn peyda kir, ji bo deng baş derkeve bi meqesa tenekeyan, her du kêlekên wê kun kirin. Ji bo dengê tenekeyê xweş be min ew şewitand û ji bo xemilandina tenekeyê min ew boyax kir. Dîsa ji bo xweşbûna deng min zikê tenekeyê ji derve ve tewixand. Doxikê kemançeyek şikestî jê vekir û li tenekeyê xist û têleke tembûran jî pê ve kir. Ji dûvê hespan mû kişand û bi kevana kemançeyê ve kir. Her cara ku ez li kemançeyê dixim wan mûyên dûvê hespan bi dermanê qerfûnê paqij dikim.”

Li ser dîroka kemançeyê gotinên cuda hene. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin di sedsala 9’emîn de li Bîzansê bi navê ‘îyra’, li Rojhilata Navîn bi navê ‘kemançe’ ku koka wê ji zimanên îranî tê, hatiye bikaranîn. Di sedsala 11’emîn de jî di nava cîhana îslamî de bi navê ‘rebab’ hatiye bikaranîn. Her çendî li her welatekî şêwazekî wê yê cuda hebe jî, lê cudahiyek mezin di nava şekl û dengê wê de derneketiye pêş. Niha jî li Ewropa û Rojhilata Navîn pir tê bikaranîn.  

ANHA