Komîna Fîlman a Rojava kurtefîlmê ‘Ku Rêya’ dikişîne

Komîna Fîlman a Rojava dest bi kişandina kurtefîlma `Ku Rêya` kir. Ew kurtefîlm li ser çîroka zarokekî ku tundî lê tê kirin, tê kişandin.

Komîna Fîlman a Rojava kurtefîlmê ‘Ku Rêya’ dikişîne
23 hezîran, 2026   06:45
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Komîna Fîlman a Rojava dest bi kişandina kurtefîlmê `Ku Rêya` kir. Senaryo û derhêner Raman Berzencî ye. Di kurtefîlmê de çîroka zarokekî bêhêvî heye ku tundiyê lê dikin.

Endamê komînê Mîrzan Bekir ji ajansa me re axivî û got: “Em li ser rastiya civakê û êşên wê kurtefîlm dikşînin. Em dixwazin di vê kurtefîlmê de bi rêya sînemayê peyamên mirovî û civakî bidin, êş û çîrokên mirovan vebêjin.” 

Bekîr anî ziman ku kişandin û montaja kurtefîlmê dê heya mehekê dirêj bike. Heyanî niha kurtefîlm li taxên kevn ên Qamişlo, malên kevnar, bazara Qamişloyê, taxa Kurnîş û herêma Hilko kişandine.

(np)

ANHA