Derhênerê şanoyê: Şano amûreke xurtkirina çandê ye

Derhênerê şanoyê Alan Bêkes destnîşan kir ku şano neynika civakê ye, dikare hemû pirsgirêkên civakî bînê ziman û bi rêbazên hunerî çareser bike.

Derhênerê şanoyê: Şano amûreke xurtkirina çandê ye
Derhênerê şanoyê: Şano amûreke xurtkirina çandê ye
Derhênerê şanoyê: Şano amûreke xurtkirina çandê ye
Derhênerê şanoyê: Şano amûreke xurtkirina çandê ye
30 hezîran, 2026   06:42
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Şano hunerek e ku dikare rasiya civakan berpêş bike û pirsgirêkên wan bi rêbazên cuda nîqaş bike. Bi rêya şanoyê civak têne perwerdekirin. 

Têkildarî girîngiya şanoyê û rola wê ya di civakê de derhêner Alan Bêkes ji ajansa me re axivî û got: "Şano neynika civakê ye, pirsgirêkên civakê nîqaş dike û çareser dike. Şanoger dixwazin bi rêya şanoyê peyamên xwe bigihînin tevahiya civakê. Pirsgirêkên civakê wekî zewicandina di temenê biçûk de pêşkêş dike û dixwaze ev pirsgirêk çareser bibe."

Bêkes anî ziman ku berê çalakiyên çandî û hunerî li herêmên zêdetirî xwe Kurd bûn, sînordar bûn û wiha got: "Sîstemê destûr nedida ku çalakiyên çandî û hunerî werin pêşkêşkirin. Di salên destpêkê yên şoreşê de şanogeran gelek zehmetî dîtin. Civak fêr nebûbû ku li şanoyê binêre, tenê di Newrozê de şano pêşkêş dikirin, wekî dîtir sînordar bû."

Derhêner Alan Bêkes diyar kir ku şano niha bi pêş ketiye û wiha axivî: "Piştî ku dewreyên perwerdeyê ji bo şanoyê hatin vekirin, êdî şano bi pêş ket û civak fêr bûye ku li şanoyê binêre. Mirov dikare gelek pirsgirêkên civakî bi rêya şanoyê nîqaş û çareser bike. Dema ku bi rêya şano pirsgirêkên civakî bînin ser ziman, civak zêdetir qebûl dike."

Di dawiyê de Alan Bêkes got şanoger bi rêya şanoyê dixwazin peyamên xurt bidin civakê, perwerde bikin û pirsgirêkan bi rêbazên hunerî çareser bikin.

(np)

ANHA