Sînemagerên Rojava wê bicivin

Di 24 û 25’ê Tîrmehê de sînemagerên Rojavayê Kurdistanê ji bo dahatûya xwe nîqaş bikin wê li Qamişloyê bicivin.

Sînemagerên Rojava wê bicivin
22 tîrmeh, 2026   07:55
QAMIŞLO
DOGAN CÎHAN

Sînemagerên Rojavayê Kurdistanê bi armanca nîqaşkirina dahatûya sînemayê û avakirina pergalekî nû wê 24 û 25’ê Tîrmehê li bajarê li salona Birc a li bajarê Qamişloyê di komxebatekî de wê bicivin.

Komîteya Amadekar a Sînemagerên Rojava, piştî rêzeçavpêketin û nîqaşên berfireh ên bi sînemageran re (çi bi awayekî kesane û çi jî bi komî), biryar da ku vê civîna girîng li dar bixe. Li gorî agahiyan, ji bilî sînemagerên Rojava, sê sînemageren ji Sûriyeyê jî di nav lîsteya mêvanên vexwandî de cih digirin.

‘EM Ê PÊŞEROJA SÎNEMAYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ NÎQAŞ BIKIN’

Endamê Komîteya Amadekar û sînemager Şêro Hindê der barê armanc û girîngiya vê civînê de axivî û got: “Em li Rojavayê Kurdistanê komxebateke sînamegeran amade dikin. Ev komxebat bi însiyatîfa sînamegerên Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin."

Têkildarî mijarên ku dê di komxebatê de werin nîqaşkirin Hindê ev agahî dan: "Ji bo em li ser pirsgirêkên heyî bisekinin. Tiştên erênî û neyînî nîqaş bikin. Hemû sînamegerên Rojavayê Kurdistanê wê di 24-25’ê mehê de li Qamişloyê amade bibin. Li wê derê em ê pêşeroja sînemaya Rojavayê Kurdistanê nîqaş bikin. Tiştên erênî zêde bikin. Manewiyat û motîveyek jê bigirin. Kêmasiyêk ku heye nîqaş bikin, jêdera wan çi ye? Her sînemager wane bîne ziman û encamekî em jê derbixin. Em ê têkiliyê xwe bi hemû sînemagerên Kurdistanê re pêş bixin ku em sînemayek nû ya Kurd û Kurdistanî ava bikin.”

Tê payîn ku di encama civîna du rojan de, dê biryarên bo siberoja sînemaya Rojava werin dayîn û plansaziyeke nû ya xebatê were eşkerekirin."

ANHA