Detayên nû ji hovîtiya dagirkeran li Efrînê parve dike

Şêniyên li Efrînê mane, ji bo ku ji hovîtiya dagirkeran xelas bibin û ji Efrînê derkevin, rêbaz çi be, çiqas xeter be jî bi kar tînin. Welatiyê (X.Z) dikeve xefka xapandinê û li Efrîna dagirkirî vedigere, li vir jî detayên nû ji hovîtya dagirkeran parve dike û dibêje "Jiyan li Efrîna dagirkirî nayê tehemulkirin"

Detayên nû ji hovîtiya dagirkeran li Efrînê parve dike
Detayên nû ji hovîtiya dagirkeran li Efrînê parve dike
Detayên nû ji hovîtiya dagirkeran li Efrînê parve dike
Detayên nû ji hovîtiya dagirkeran li Efrînê parve dike
30 tîrmeh, 2018   06:04

EHMED REŞÎD / ŞEHBA

Bi dijwariya êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî  wê li ser Efrînê re bi sedan sivîl şehîd bûn û bi hezaran malbat jî xwe li herêma Şehbayê û hin din li Helebê girtin.

Dîsa jî gelek li Efrînê asê man û hinekî din jî ketin xefka xapandinê û vegeriyan Efrînê.

Şêniyên li Efrînê man, an yên ku vegeriyan li rêbazan digerin da ku xwe ji dagirkeran û hovîtiya wan xelas bikin.

 (X.Z) ji bo ewlekariya xizmên xwe yên li Efrînê nexwest navê xwe bêje di 18‘ê Adarê de wekî bi hezaran şêniyên Efrînê ji ber êrîşên dagirkeran ji Efrînê derket û xwe li herêma Şehbayê girt.

Piştî ku (X.Z) çend hefteyan li Şehbayê dimîne, bi îdiayên çeteyan ên belav dikirin "Efrîn bi ewle bûye" vedigere Efrînê da ku parastina milkê xwe bike, piştî vegere dibîne ku hatiya xapandin û derewên çeteyan ên derbarê "Ewlehiya Efrînê "aşkere dibin.

(X.Z) diyar dike ku çeteyan çend caran derengî şevê êrîşî mala wî dikirin da wan bitirsînin. Li ser vê yekê biryara derketina ji Efrînê dide dîsa berê xwe dide Şehbayê li ser binpêkirinên dagirkeran wiha parve dike: "Heger em ji Efrîn derneketibana wê nexweşiyên piskolojîk bi me re çêbibane, rewşa li wir pir bi tirs bû, çeteyan  bi şev gule di avêtin. Li ser parvekirina mal û milkên dizîne şer dikirin. Piştî Tirkiyeyê mûce li ser çeteyên ne girêdayî xwe qût kirin, wan çeteyan bi darê zorê milkên welatiyan ji wan distendin, xirad ji dukanên welatiyan dibirin û pere ne didan."

Li ser sîstema empêran li Efrînê (X.Z) diyar dike ku buhayê empîran li ser efrîniyên resen zêde kirin, ji bo her empêrek hezar û 800 L.S distendin, kesên nû li herêmê bi cih bûn, buhayê empêran ji wan nedigirtin.

(X.Z) di berdewama axaftina de destnîşan kir ku, hêzên dagirker nedihiştin ku cokdar xwarinê bi xwe re bibin nava zeviyên xwe û wan bi destekdayîna şervanan tuhmetbar dikin.

(X.Z) sedama derketina xwe ya ji Efrînê wiha tîne ziman: "Em neçar man ji Efrînê derkevin. Çend caran êrîşî mala me kirin. Carekî jî doçka rastî keça min a 6 salî kirin, pirsa cihê min jê kirin û ew gelekî tirsandin. Wekî din jî ciwan direvandin, dibin cihekî ne diyar û îşkence dikirin. Me nema tehemûl kir. Herî dawî bi zehmetî me xwe ji wan xelas kir."

(X.Z) her dawî bi bîr xistin ku şêniyên Efrînê bi Kurd û erebên xwe banga rizgarkirinê li şervanên YPG û YPJ‘ê dikin.

(bb)

ANHA