Şaredariyê ev çar sal e pirsgirêka avê ya Taxa Şehîd Kawa çareser nekiriye!

Li Taxa Şehîd Kawa ya Kobanê pirsgirêka avê ev demeke dirêj e dewam dike, şêniyên taxê pir bi zehmetî ava vexwarinê peyda dikin. Şaredariya Gel a Kobanê jî soz da ku dê di demeke nêzîk de pirsgirêkê çareser bike.

Şaredariyê ev çar sal e pirsgirêka avê ya Taxa Şehîd Kawa çareser nekiriye!
Şaredariyê ev çar sal e pirsgirêka avê ya Taxa Şehîd Kawa çareser nekiriye!
Şaredariyê ev çar sal e pirsgirêka avê ya Taxa Şehîd Kawa çareser nekiriye!
Şaredariyê ev çar sal e pirsgirêka avê ya Taxa Şehîd Kawa çareser nekiriye!
Şaredariyê ev çar sal e pirsgirêka avê ya Taxa Şehîd Kawa çareser nekiriye!
Şaredariyê ev çar sal e pirsgirêka avê ya Taxa Şehîd Kawa çareser nekiriye!
Şaredariyê ev çar sal e pirsgirêka avê ya Taxa Şehîd Kawa çareser nekiriye!
30 tîrmeh, 2018   05:08

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Di Taxa Şehîd Kawa a Kobanê ku nêzî 900 mal tê de hene, pirsgirêka avê pir zêde ye. Ji ber ku cihê taxê bilind e, av nagihîje taxê û welatî ji ber vê mijarê bêzar bûne. Şêniyên taxê destnîşan kir ku pirsgirêka ava vexwarinê beşek ji kêmbûna xizmetguzariyan e ku pê re rû bi rû ne.

Piştî şerê Kobanê bi dawî bû û bajar bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin, Şaradariya Gel dest bi xebatên sererastkirinê kir. Gelek kar û xebat hatin kirin, lê dîsa di gelek aliyan de kêmasî derketin. Ji taxên ku pirsgirêkên wan nehatin çareserkirin pirsgirêka avê ya Taxa Şehîd Kawa ye. Av pir bi zehmetî digihîje şêniyên taxê, hin mal jî av qet naçê.

Şaredariya Gel a Kobanê der barê pirsgirêka avê ya Taxa Şehîd Kawa û pirsgirêkên din ên xizmetguzariyê de got ku alavên wan nîn in û derfetên wan têrê nakin ku hemû karan pêk bînin. Welatiyên Kobanê jî ji şaredariyê hêvî dikin ku karê xwe baş pêk bînin.

Niştecihên taxê şaredarî rexne kir. Welatiya bi navê Hedili Berkel der barê mijarê de got ku ew di aliyê peydakirina avê de gelek zehmetiyan dikişînin û ev tişt anî ziman: "Şaredariya gel hîn jî pirsgirêka me ya avê çareser nekiriye."

Welatiyê bi navê Îsa Mihemed jî der barê mijarê de ev tişt anî ziman: "Ev 4 sal e em diçin şaredariyê ji bo pirsgirêka me çareser bikin. Lê hîna tu çareserî ji bo tunebûna avê nekirine. Di şerê Kobanê de taxa me gelek zirar di aliyê binesaziyê de dîtiye."

Welatiyê bi navê Elî Ehmed jî aciziya xwe ji bo pirsgirêka avê anî ziman û hestên xwe bi van gotinan anî ziman: "Ev demeke dirêj e av nagihîje taxa me. Her 4 rojan carekê av tê. Wê demê jî av nagihîje, em pir zehmetiyan di aliyê peydakirina avê de dibînin. Ji ber wê dema tê jî tenê 2 saetan dimîne. Av nagihîje gelek malên taxê."

Ji şaredariyê soza çareseriyê

Hevserokê Şaredariya Gel a Kobanê Faris Etî sedema neçareserkirina pirsgirêkê zelal kir û ev tişt anî ziman: "Em di dema jinûva avakirinê re derbas dibin. Taxa Şehîd Kawa cihê herî bilid ê Kobanê ye. Pirsgirêka avê ji kevn ve heye, sedema ku av nagihîje taxê ew e ku şêniyên Kobanê avê zêde xerc dikin."

Etî di berdewama axaftina xwe de got:ʺ Hewldanên me yên çareseriyê hene, me soz daye şêniyên taxê ku em ê pirsgirêkê çareser bikin. Di demeke nêzîk de dê ev pirsgirêk were çareserkirin."

Niştecihên taxê jî li bendê ne ku pirsgirêka avê ku ev çend sal e dewam bike, di zûtirîn demê de were çareserkirin.

ANHA