ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-07-2018
30 tîrmeh, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Şêniyên li Efrînê mane, rêbaz çi be, çiqas xeter be bi kar tînin da ku xwe ji hovîtiya çeteyan xelas bikin. Welatiyê (X.Z) dikeve xefka xapandinê û li Efrîna dagirkirî vedigere, li vir jî detayên nû ji hovîtya dagirkeran parve dike û dibêje "Jiyan li Efrîna dagirkirî nayê tehemulkirin". (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê bi merasîmekê nasnameya 5 şehîdên Berxwedana Serdemê aşkere dike. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tîma Destwerdana Destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqayê derxistina 400 cenazeyan ji parka Sewalan bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Serokê baskê herêma Şehbayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Eladîn Xalid destpêkirina diyaloga siyasî ya niştimanî silav kir û got ku divê hemû aliyên Sûriyeyê li ser heman maseyê bicivin, ji ber ku çareserkirina hemû nakokiyên Sûriyeyê bi diyalogê pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên taxa El-Iskenderiye ya başûrê bajarê Tebqayê ji ber kêmbûna ava vexwarinê bi azar in. Ji ber wê şêniyan bang li aliyên têkildar kirin da ku toreyên ava vexwarinê sererast bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Roiya ya girêdayî Rêxistina Navnetewî ya UNESCO bi koordîneya Komîteya Turîzim û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi xebatên ji nû ve sererastkirina Muzexaneya Dîrokî ya kolana El-Mensûr li bajarê Reqayê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Taxa Şehîd Kawa ya Kobanê pirsgirêka avê ev demeke dirêj e dewam dike, şêniyên taxê pir bi zehmetî ava vexwarinê peyda dikin. Şaredariya Gel a Kobanê jî soz da ku dê di demeke nêzîk de pirsgirêkê çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Til Hemîsê ya Bakurê Sûriyeyê ji ber kêmderfetên şaredariyê, sergo belav bûye ku veguherî diyardeyek ku tendrûstiya welatiyan tehdîd dike û bi taybet zarokan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Bi keda xwe, xwe fêrî xwendin û nivîsnadina bi zimanê Kurd kir û helbestan dinivîvisîne. Ji rewşa gelê Kurd têre derbas dibe û berxwedana li hemberî dagirkeriyê helbestdan derdixîne. Li aliyekî din jî gelek kes fêrî zimanê Kurdî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di biçûkahiya xwe de fêrî wênesazî û neqşekirin û berhevkirina parçeyên dîrokî  bûye. Piştî Şoreşa Rojava-Bakurê Sûryeyê ji bo pêşandina çanda kurdî tevlî Saziya Zimanê Kurdî bû, hêviya wê ew ku muzexaneyekî ava bike û hemû parçeyên dîrokê tê de kom bike. (BI WÊNE Û DÎMEN.

ANHA