Li Reqayê 70 hezar zarok hatin aşlekirin

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê pêngava aşlekirina nexweşiya sorikan û felcbûna zarokan li bajarê Reqa û gundewarên wê bi dawî kir.

Li Reqayê 70 hezar zarok hatin aşlekirin
Li Reqayê 70 hezar zarok hatin aşlekirin
Li Reqayê 70 hezar zarok hatin aşlekirin
28 tîrmeh, 2018   10:49

REQA

Bi armanca pêşîgirtina li neşxweşiyên zarokan di 16`ê Tîrmehê de Komîteya Tenduristiyê, pêngava aşlekirina (taman) nexweşiyên sorik û felcbûna zarokan li bajarê Reqa û gundewarên wê da destpêkirin.

Di pêngavê de, 70 hezar û 574 zarok ku temenê wan ji 7 mehiyê heta 6 saliyê hatin aşlekirin.

Aşlekirina zarokan bi rêya navendên tenduristiyê li herêmên girêdayî Reqayê û bi 30 navendên seyyar pêk hat.

Serokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed Îsmaîl da zanîn ku dê pêngavên destekdayîna tenduristiyê û bi taybet ji bo zarokan, dewam bikin.

(ekîb)

ANHA