Rojnameyên erebî: MSD hewl dide helwesta Şamê zelal bike

Rêjîma Sûriyeyê diyaloga bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re baştir dibîne, ji ber vê yekê şandeyeke MSD'ê serdana paytexta Sûriye Şamê kir û bi şandeyeke hikumetê re civiya. Washingtonê jî beşdarbûna xwe ya tûra 10'emîn a civînên Astanayê red kir. Li Iraqê, rêberê şîayî Elî El-Sîstanî banga avakirina hikumeta nû di demeke lezgîn de kir.

Rojnameyên erebî: MSD hewl dide helwesta Şamê zelal bike
28 tîrmeh, 2018   08:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa hevdîtina di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyeyê de kir, her wiha bal kişand ser komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî welatiyên Siweydayê. Rojnameyan behsa xebatên avakirina hikumeta nû ya Iraqê û aloziya Yemenê û gelek mijarên din kirin.

MSD hewl dide helwesta Şamê werbigire

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijar û aloziya Sûriyeyê û gelek mijarên din kir û bal kişand ser danûstandinên di navbera şandeya MSD'ê û rêjîma Sûriyeyê de. >Rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Şandeya kurdî hewl dide helwesta Şamê werbigire: Xizmetguzarî beriya dergehên sînorî". Rojnameyê xebatên gera şandeya MSD’ê baskê siyasî ya Hêzên Sûriya Demokratîk a kurdî-erebî ku alîkariya xwe ji Washingtonê werdigire li bajarê Şamê aşkera kir û ragihand ku di navbera wê û Şamê de nakokiya mijarên sereke derketine, hikumet dixwaze serweriya xwe li ser dergehên sînorî ferz bike û hêzên ewlehiyê bişîne rojhilatê Firatê û aliyê din jî xwest xizmetguzarî di destpêkê de pêk were û hevkarî qonaxî be.

Rêjîma Sûriyeyê danûstandina bi MSD'ê re baştir dibîne

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "El-Esed rêya danûstandina bi kurdan re baştir dibîne". Rojnameyê ragihand ku Şam rêya danûstandina bi kurdan re hildibijêre ku serweriya beşeke mezin ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ango berovajî rewşa li Idlibê ku di bin serweriya tabûrên îslamîst ên radîkal de ye û alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin ku li vir vebijêrka leşkerî serwer e. Ev yek di daxuyaniyên dawîn ên serok Beşar El-Esed de zelal bûn.

Washington beşdarî tûra 10'emîn a civînên Astanayê nabe

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Washington beşdarbûna xwe ya tûra 10'emîn a Astana red dike û opozîsyon ji ber hewldana girtina dosyaya girtiyan gilî dike". Rojnameyê diyar kir ku piştî ragihandina Moskovê ya lidarxistina 10'emîn civîna Astanayê ku dê girîngiyeke taybet bide dozên mirovî di Sûriyeyê de û vegera koçberan, Washingtonê tekez kir ku ew bi nasnameyeke fermî beşdarî civînê nabe. Rayedarekî opozîsyonê diyar kir ku divê Rûsya "rêjîma desthilatdar ji nû ve ava bike" û cîhan bi hewldanên Kiremlînê yên vegerandina koçberan û paşguhkirina rola "sûcdar" a rêjîma Sûriyeyê nayê xapandin.

Rojnameyê diyar kir ku beriya çend rojan ji civînên Astana 10 re ku divê balê bikişîne ser dozên mirovî li gorî pêşniyara Rûsyayê, rêjîmê aşkera kir ku bi sedan girtî di zindanan de hatine kuştin. Qanûnnasên Sûriyeyê yên opozîsyonê diyar kir ku ev yek li ser daxwaza Moskovê pêk hatiye û hewldaneke girtina dosyaya girtiyan e.

Girêdayî êrîşên DAIŞ'ê li Siweydayê guman derdikevin

Girêdayî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên Siweydayê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Der barê lêhûrbûnên vekişandina Şamê ya çekên hundirîn de beriya êrîşa DAIŞ'ê li Siweyda pirs tên kirin". Rojnameyê diyar kir ku navendeke hiqûqî ya Sûriyeyê gelek pirs kirin û di nava wan de sedema vekişandina rêjîma Sûriyeyê ya çekên leşkerên hundirîn beriya êrîşa xwîndar ku di encamê de 142 sivîl bûn qurbanî.

Rojnameyê got ku "navendê" sedem û çawaniya vê êrîşê lêkolîn kiriye ku di demeke biguman de pêk hatiye û destnîşan kir ku êrîşa DAIŞ'ê li gundên bakur û rojhilatê bajêr bi awayekî pisporane hatine plankirin û derbasbûn û vekişandin hatiye plankirin. Navendê diyar kir ku welatî dibêjin ku derbasbûn û derketina çeteyên DAIŞ'ê hatiye hêsankirin û çek û cebilxane ji wan re di bendên kontrolê yên Parastina Niştimanî (Dîfah El-Wetenî) re hatiye derbaskirin.  Welatiyan diyar kir ku kehrebe li gundên ku çeteyan êrîş kiriye hatiye birîn. Vê yekê hişt ku welatî gelekî tengezar bibin û bi taybet hêzên rêjîmê alîkariya wan dereng xistiye.

El-Sîstanî banga bilezkirina avakirina hikumeta nû kir

Girêdayî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lêvegera El-Necef piştgiriya xwepêşanderan dike". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî wiha got: "El-Sîstanî iraqiyan sor dike da ku îradeya xwe ferz bikin". Rojnameyê diyar kir ku rêberê şîayî yê bilind li Iraqê Elî El-Sîstanî bang li iraqiyan kir ku îradeya xwe ferz bikin, eger hikumetê daxwazên wan bi cih neanî. El-Sîstanî êrîşeke hişk bir ser çîna siyasetmedaran.

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku nûnerê lêvegerê Ebdilmuhdî El-Kerbelayî di xutbeya roja Înê ya li bajarê Kerbela de banga avakirina hikumeta nû bi awayekî lezgîn kir û banga hilbijartina kesayetekî xwedî cesaret da ku serokatiya hikumetê bike û bernameyeke hişk li dijî gendeliyê bide meşandin. El-Kerbelayî destnîşan kir ku eger hikumet sozên xwe bi cih neyne û parlemanê û dadweriyê betal bike, tiştek li pêşiya gel namîne ji bilî ku rêbazên xwe yên xwepêşandanên aştiyane da ku îradeya xwe ferz bike.

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hevbendiyên hikûmî beriya ragihandina encamên hilbijartinan tune ne". Rojnameyê diyar kir ku li gorî çavkaniyên siyasî yên Iraqê danûstandinên di navbera hêz û hevbendiyên siyasî de berdewam in da ku hikumeta nû ava bikin û da zanîn ku di nava wan de navên serokwezîr û pêkhatebûna wezaretan hene. Rayedarên "Hevbendiya El-Fetih" ya bi serokatiya Hadî El-Amirî, Kerîm El-Nûrî got ku danûstandinên di navbera blokên siyasî de hê jî berdewam in, lê beriya ragihandina encamên hilbijartinan tu hevbendî pêk nayên.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de destnîşan kir ku El-Nûrî gotiye ku El-Fetih hewl dide blokeke herî mezin ji hemû pêkhateyan ava bike û dê 3 yan 5 navan da ku serokatiya hikumetê bikin, pêşniyar bike û hilbijartina wan ji parlemanê re bihêle.

Griffiths hewl dide danûsantinên Yemenê bide destpêkirin

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Griffiths roja pêncşemê ji bo destpêkirina şêwirên Yemenê ragihand". Rojnameyê diyar kir ku şandeyê Neteweyên Yekbûyî li Yemenê Martin Griffiths hewl dide danûstandinên lihevkirina Yemenê dest pê bike. Çavkaniyekî ragihand ku Griffiths piştî ku bi serokê hûsiyan Ebdilmelêk El-Hûsî re civiya, ji Senhayê derket û erêkirina hûsiyan ji bo destpêkirina şêwirmendan wergirt, bêyî ku behsa plana El-Hudeyda ya pêşniyarkirî bike.

Piştî çalakiyeke kêrlêdanê li niştecihgeha Adem, cezakirina komî

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Quds nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Dijberî li rojavayê Filistînê dijwar dibe û dagirkerî derbasî El-Eqsa dibe û destdirêjiyê li nimêjkeran dike. Liberman biryara avakirina 400 avahiyên niştecihbûnê dide." Rojnameyê diyar kir ku yekemîn biryara cezakirina komî piştî çalakiya ciwanekî Filistînê ya kêrlêdanê li niştecihgeha Adem ku di encamê de niştecîkarekî îsraîlî hate kuştin û du kesên din jî birîndar bûn û çalakvan jî şehîd bû. Wezîrê artêşa Îsraîlê Avîgdor Liberman biryar da ku dê 400 avahiyên niştecihbûnê li heman niştecihgehê ava bike. Hêzên dagirkeriyê dorpêça gundê Kober cihê jidayikbûna çalakvan berdewam dike. Artêşa Îsraîlê her wiha êrîşî Mizgefta pîroz a El-Eqsa kir û destdirêjî li nimêjkeran kir.