Li gundên Şehbayê pirsgirêka ceyranê

Di encama qutkirina rêya di navbera Şehba û herêma Cizîrê de ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve gundê Xirnata yê navçeya Fafîn beriya 4 mehan ve bê ceyran e.

Li gundên Şehbayê pirsgirêka ceyranê
28 tîrmeh, 2018   07:45

BASIL REŞÎD- ARIF SIÊMAN / EFRÎN

Artêşa tirk a dagirker û rêjîma Sûriyeyê dorpêçek li ser kantona Şehbayê  ferz kiriye, rêyên ku têne kantonê qut kirine, nahêlin pêwîstiyên mîna sotemenî, jenator û hwd derbasî kantonê bibin, her wiha bacê li ser bazirganên ku dixwazin madeyan derbasî herêmê bikin, ferz dikin.

Wek ekîba ajansa Hawarê me serdana gundê Xirnata kir û bi hevserokê komîna gund Idrîs Şêx re hevpeyvînek kir.

Şêx diyar kir ku li gund hezar û 100 kesên efrînî hene, lê di tariyê de ne.

Şêx destnîşan kir ku wan daxwazname ji şaredariya navçeyê Fafînê re şandiye û jenator xwestine û wiha domand: "Ji ber qutbûna rêya di navbera Şehba û herêma Cizîrê de ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve hatin, jenator nehatine."

Li aliyekî din jî bi qutbûna rê re mazot jî li kantona kêm e, ev yek di gelek aliyan de bandoreke neyînî çêkir, wekî kêmbûna berhemên ceh û genim, qutbûna ceyranê, bilindbûna nirxên veguhastinê  û rawestandina firneyan.

Buhayê yek lître mazot ku bi 182 lîreyên Sûriyeyê dihat firotin, piştî qutbûna rê derket 300 lîreyan.

(bb/ew)

ANHA