Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in

Şêniyên taxa Xêrka (Taxa Şehîd Cûdî) ya bajarê Dêrikê ji ber kêmbûna xizmetguzariya şaredariyê û bi taybet xirabûna rêyan û toreyên kanalîzasyonê, her wiha belavbûna xanên xwedîkirina sewalan, zehmetiyan dikişînin.

Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên taxa Xêrka ya Dêrikê ji şaredariyê bi gazinc in
28 tîrmeh, 2018   08:47

ÎSAM ABDULLAH – AMARA CÛDÎ / QAMIŞLO

Ev 20 sal e ku şêniyên taxa Xêrka ya bakurê bajarê Dêrikê zehmetiyan dikişînin. Tax ji aliyê şaredariyê ve hatiye paşguhkirin.

Şêniyên taxê ji ber xirabûna rê û kolanan, tunebûna toreyên kanalîzasyonê, belavbûna çopê, tunebûna avê, her wiha pirsgirêka belavbûna xwedîkirina sewalan di nava taxê de, zehmetiyan dikişînin.

Şêniyên taxê ji ber ku rewşa wan tê paşguhkirin, neçar man ku dev ji taxa xwe berdin û xwe li taxên din bi cih bikin.

Gol û kanalîzasyonên li ser rûyê erdê dihêlin ku pêşû û mêş û pê re jî nexweşî belav bibin.

Ji ber tunebûna toreyên kanalîzasyonê şêniyên taxa Xêrka neçar man ku kortalan li pêşiya malên xwe bikolin.

Hisên Mihemed yek ji şêniyên taxê ye û tekez kir ku ji ber kanalîzasyonên li ser rûyê erdê bêhna nexweş û pêşû belav dibin, ji ber vê jî nexweşiyên çerm û rebû belav dibin û ava vexwarinê jî qirêjî dibe. Mihemed destnîşan kir ku şêniyên taxê der barê van pirsgirêkan de gelek rapor û xwestek ji Şaredariya Gel a Dêrikê re şandin û banga çareserkirina pirsgirêkan kir û bi taybet pirsgirêka kanalîzasyonê.

Ji ber ku rê ne qîrkirî ne, şênî nikarin erebeyên xwe derbasî taxê bikin

Pirsgirêka rêyên neqîrkirî, kortal û golên avê ku di demsala zivistanê de çêdibin, zehmetiyên şêniyên taxê zêdetir dikin. Welatiyê bi navê Îslam Elî got ku di rewşên awarte de û ji ber ku hemû rê xirabûyî ne, erebe nikarin derbasî taxê bibin û ew nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan. Elî her wiha destnîşan kir ku çop (sergo) li taxê belav dibe, şaredarî dereng dimîne heta ku çopê ji taxê derdixe û şaredariyê heta niha xwesteka şêniyên ku di demsala havînî de dermanê mêş û mûran bireşîne, pêk neaniye.

‘Ji bilî sozan me tu tişt ji şaredariyê nedîtiye’

Di vê çarçoveyê de hevseroka Komîna Şehîd Çîçek a taxa Xêrka Keltûma Mecîd got ev 16 sal e li taxê dijî. Keltûma diyar kir ku rewşa taxê di gelek aliyên xizmetguzarî û tenduristiyê de hatiye paşguhkirin. Gelek nexweşî li taxê belav bûne û gelek zarok nexweş ketine. Keltûma got ku şênî gazincan dikin lê dîsa jî heta niha şaredariyê ji bilî sozan tu tişt nekiriye.

Munteha Mihemed yek ji şêniyên taxa Xêrka ye û got taxa wan ji jiyanê re nabe ji ber ku xanên xwedîkirina sewalan di nava malên welatiyan de ne û hejmara xanan ji hejmara malan zêdetir e. Munteha destnîşan kir ku ji ber vê yekê û piştî ku gelek nexweşî li taxê belav bûn, şênî neçar man ku dev ji malên xwe berdin. Munteha diyar kir ku li gorî bijîşkan nexweşî ji ber hebûna pêşûyan çêdibin. Her wiha Munteha Mihemed got ku zêdetirî 100 malbatî li taxê dijîn lê heta niha tu alîkarî ne ji şaredariyê û ne ji aliyên peywendîdar nedîtine.

‘Şaredarî guh nade gazincên şêniyan’

Buşra Elî Hesen û Elî Hisên jî tekez kir ku der barê van pirsgirêkan de şêniyan gelek gazinc kirine lê şaredarî erka xwe li taxa pêk nayne. Her wiha destnîşan kir ku di demsala havînê de ava wan qut dibe. Her du welatiyan pirs kir gelo çima di mehê de tenê du caran çop ji taxê tê komkirin lê li gund û taxên din rojane ye, yan jî di heftiyê de çend caran. Welatiyan bi rêya ajansa ma ANHA`yê bang li şaredariyê kir ku rewşa taxa wan di ber çavan re derbas bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Şaredarî: Ji ber kêmderfetan xizmetguzarî baş pêk nayê

Nûçeghanê ajansa me ANHA`yê zehmetiyên şêniyên taxa Xêrka gihandin Şaredariya Gel a Dêrikê. Hevserokê şaredariyê Hisên Adem tekez kir ku derfetên şaredariyê kêm in, ji ber wê nikarin pêwîstiyên xizmetguzaiyê li taxê pêk bînin. Adem destnîşan kir ku projeya toreyên kanalîzasyonê li taxê zêde buha ye û ji taqeta şaredariyê derbas dike.

Adem tekez kir ku niha li ser pirsgirêkên şaniyên taxê dixebitin, her wiha dê bi awayekî lezgîn dermanê mêş û mûran li taxê bireşînin û çopê ji taxê rakin. Adem tekez kir ku dê civînekê ji şêniyan re li dar bixin da ku aliyê xizmetguzariyê û çareserkirina pirsgirêkan nîqaş bikin.

Xanên xwedîkirina sewalan dê derxin derveyî bajar

Adem di berdewama axaftina xwe de got ku şaredarî dê di meha Îlonê de xîz (qûm) li taxê deyne, her wiha dê xanên xwedîkirina sewalan derxe derveyî bajêr. Adem diyar kir ku li gorî zagonên Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê kesê vê biryarê pêk neyne dê pere û hesab ji wan were xwestin.

Der barê kêmbûna avê û ronîkirina kolanan de Adem got ku Meclisa Şaredariya Gel dê pirsgirêka ronîkirina kolanan, toreyên kanalîzasyonê, hemû pirsgirêkên taxa Şehîd Cûdî (Xêrka) bixin nava projeyên xwe yên salê.

Her wiha ji rêveberên Beşa Parastin û Ekolojî ya girêdayî Şaredariya Gel Şîlan Elî destnîşan kir ku derfetên şaredariyê di alav û xebatkaran de kêm in. Şîlan di berdewama axaftina xwe de got tevî derfet û alavên kêm dê hewl bidin pirsgirêkên şêniyan çareser bikin. Şîlan anî ziman ku dê alavên paijiyê zêde bikin da ku di hefteyê de du caran çopê ji taxê rakin.

(bx/ew)

ANHA