Dîwana edaletê pirsgirêkên El-Kerramê çareser dike

Dîwana Edaleta Civakî ya El-Kerramê ya bajarê Reqayê bi armanca çareserkirina hemû pirsgirêkên welatiyan xebatên xwe dimeşîne, nemaze pirsgirêkên ku ji aliyê saziyên dadgeriyê yên rêjîmê ve hatine paşguhkirin.

Dîwana edaletê pirsgirêkên El-Kerramê çareser dike
Dîwana edaletê pirsgirêkên El-Kerramê çareser dike
Dîwana edaletê pirsgirêkên El-Kerramê çareser dike
Dîwana edaletê pirsgirêkên El-Kerramê çareser dike
Dîwana edaletê pirsgirêkên El-Kerramê çareser dike
28 tîrmeh, 2018   06:57

EHMED EL-ESAF / REQA

Herêma Reqa ji ber zilm û paşguhkirina sîstemên desthilatdariyê yên borî rastî gelek êş û azaran hat. Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 20'ê Cotmeha 2017'an de bajarê Reqa û gundewarên wê ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, welatiyan tavilê dest bi avakirina meclis, komîn û saziyên xizmetguzariyê kir.

Yek ji sazî û navendên hatine vekirin Dîwana Edaleta Civakî li devera El-Kerramê ya gundewarên rojhilatê bajêr e û di 15'ê Çileya îsal de hatiye vekirin.

Ji ber paşguhkirina sîstemên desthilatdar ên di ser herêmê re derbas bûne, pirsgirêk û aloziyên di nava welatiyan de zêde bûn. Bi armanca çareserkirina hemû gengeşeyên di nava welatiyan de welatiyên herêmê piştî rizgarkirinê Dîwana Edaleta Civakî ava kir, da ku têgehên edaleta civakî di nava welatiyan de biçespînin. Di vê çarçoveyê de endamên dîwanê rêgezên Dîwana Edaleta Civakî ji welatiyan re şîrove dikin.

Dîwana Edaleta Civakî ji Desteya Dîwana Edaletê, Desteya Lêpirsînê, Desteya Gilîkirinê, Desteya Nasandinê û Desteya Cîbicîkirinê pêk tê. Her wiha girêdayî wê rêveberiya komîteyên lihevanînê yên herêmî hene.

Her desteyek bi koordînekirina bi desteya din re xebatên xwe dide meşandin. Desteya Lêpirsînê gilîkirin û lêpirsîna dozên sûcdariyê werdigire, Desteya Dîwana Edaletê biryarên darizandinê yên dozên sûcdariyê dide, Desteya Nasandinê xebatên xwe wek dadgeha lêvegera li dozên Dîwana Edaletê dimeşîne, Desteya Cîbicîkirinê biryarên dadgerî û darizandinan pêk tîne.

Rêveberiya Komîteyên Lihevanînê koordîneyê bi komîteyên lihevanînê yên meclis û komînan re dike û pirsgirêkan bêyî ku li ba Dîwana Edaletê bêne gilîkirin çareser dike.

Dîwana Edaleta Civakî ya devera Kerramê ji dema hatiye avakirin ve gelek dozên welatiyan ên girêkok wergirtin. Hin ji van dozan hatin çareserkirin û hin jî hê jî di nava xebatên çareserkirinê de ne. Desteya Dîwana Edaletê 754 dozên qeydkirî wergirtin û ji wan 338 hatine bidawîkirin. Lêpirsîn û Gilîkirin 753 dozên qeydkirî û ji wan 299 hatine bidawîkirin. Desteya Nasandinê 46 dozên qeydkirî û ji wan 18  hatine bidawîkirin. Desteya Cîbicîkar 83 dozên qeydkirî û ji wan 25 hatine bidawîkirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Dîwana Edaleta Civakî ya devera El-Kerramê Mûsa Îbrahîm ji ajansa me ANHA'yê re axivî û wiha got: "Dîwana Edaleta Civakî li herêmê dezgeheke sereke ye. Beriya avakirina dîwanê gelek pirsgirêk û aloziyên welatiyan taloqkirî diman. Di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de dadgehên wê yên şerhî tenê welatî bi recm û kuştinê didarizandin û di encamê de gengeşeyên di navbera welatiyan de zêde bûn."

Îbrahîm diyar kir ku Dîwana Edaletê pêşwaziya hemû giliyên welatiyan dike û li gorî pîvanan çareser dike.

ANHA