‘Divê rêxistinên mirovî erka xwe ya li hemberî Ocalan bi cih bînin‘

Rûspiyên êlên kurd ên kantona Hesekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku rêxistinên navdewletî erka xwe ya li beramberî wî bi cih naynin.

‘Divê rêxistinên mirovî erka xwe ya li hemberî Ocalan bi cih bînin‘
28 tîrmeh, 2018   06:59

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Rûspiyên êlên kurd ên kantona Hesekê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn û got ku rêxistinên mirovî erka xwe ya li hemberî Ocalan bi cih naynin.

Rûspiyê êla mihelmî Seed Ferman komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek ‘rojeke reş’ wesif kir û ev tişt got: "Armanca komployê vîna gel bişikîne. Lê gelê kurd girêdana xwe ya felsefeya rêberê xwe îspat kir. Bi milyonan şopdarên xeta Ocalan hene."

Ferman her wiha bêndengiya navdewletî ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan di girava Îmraliyê de rexne kir û got ku rêxistinên navdewletî bi berpirsyarî tev nagerin.

Rûspiyê êla gabara Şêxmûs Qero tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku Tirkiye ji fikrên Ocalan ditirse, ji ber vê yekê tecrîdeke girankirî li ser ferz kiriye.

Qero wiha pê de çû: "Doza gelê kurd ne dozeke siyasî yan jî partiyetî nîn e, lê belê dozeke girêdayî çarenûsa gelekî ye. Ocalan mafên gelê bindest diparêze, ziman û çanda wan. Gelê kurdî xwe li gorî felsefeya wî neteweya demokratîk bi rêxistin kir û bi felsefeya wî ji nû ve zindî bû."

(bb/ew)

ANHA