YPJ`ê malbateke Amerîkî radestî Polîsên Federal kir

Buroya Têkiliyên Giştî ya YPJ`ê li ser xwesteka welatiyên Amerîkî yên ku tevlî DAIŞ`ê bûbûn û FBI, ew radestî Polîsên Federal ên Amerîkayê kir.

YPJ`ê malbateke Amerîkî radestî Polîsên Federal kir
26 tîrmeh, 2018   07:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Têkiliyên Giştî ya YPJ`ê malbateke ku ji dayîka bi navê Samensa Salî û 4 zarokên wê (Meryem, Îsamîl, Matyo û Sara) pêk tê, li ser xwesteke wan ku dixwazin li welatê xwe vegerin, di 23`ê Tîrmehê de radestî Polîsên Federal ên Amerîkayê kir.

Ji sedî 13 endamên biyanî yên DAIŞ'ê jin in

Li gorî rapora ku Navenda Navdewletî ya Lêkolînên Tundrewiyê û Tundiya Siyasî amade kiriye, ji sedî 13'ê 41 hezar û 490 jinên biyanî yên tev li DAIŞ'ê bûne ji Sûriye û Iraqê pêk hatiye. Raporê da zanîn ku ev rêje di navbera salên 2013 û 2018'an de pêk hatiye, her wiha da zanîn ku rêjeya jinên temenbiçûk jî sedî 12 ye.

(bx)

ANHA