Siwêda cihê xwe di manşêtên rojnameyên Erebî de girt

Çeteyên DAIŞ'ê duh êrîşên xwîndar li dijî bajarê Siwêda pêk anîn û tê gotin ku hin aliyên din li paş vê êrîşê hene ku dixwazin mezheba Dirzî ceza bikin. Li Îraqê dibe ku encamên jinûve hejmartina dengên hilbijartinê guhertinên girîng li 3 parêzgehan pêk bîne. Li Yemenê Griffith hewl dide ji nû ve danûstandinên aştiyê dest pê bike.

Siwêda cihê xwe di manşêtên rojnameyên Erebî de girt
26 tîrmeh, 2018   08:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin, behsa êrîşên xwekujî yên li dijî bajarê Siwêda ya Sûriyeyê kirin. Her wiha bal kişandin ser xwepêşandanên li Îraqê û bandora wan li ser Ebadî û hewldanên Griffith a jinûve destpêkirina danûstandinên aştiyê li Yemenê.

Li Siwêda êrîşên xwîndar

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa mijar û aloziya Sûriyeyê kirin. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Piştî êrîşa DAIŞ'ê Siwêda çarşemeke reş derbas kir". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî wiha got: "komkujiya DAIŞ'ê li dijî Siwêda ya bêalî pêk hat". Rojnameyê diyar kir ku li parêzgeha Siwêda ku piraniya niştecihên wê ji pêkhateya Dirzî ne, bi sedan welatiyên sivîl û leşkerên herêmî yên bajêr di encama êrîşeke xwekuj a çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan. Parêzgeha Siwêda ku bi helwesta xwe ya bêalî tê nasîn û rûspiyên wê qebûl nekirin ku ciwanên wan di nava hêzên rêjîma Sûriyeyê de beşdarî şerê Sûriyeyê bibin.

Siwêda buhaya bêalîbûna xwe da û metirsiyên encamên herêmî zêde dibin

Rojnameya El-Ereb jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hesabxwestina sêalî ji Dirûzên Sûriyeyê re û metirsiya encamên herêmî zêde dibin". Rojnameyê diyar kir ku piştî komkujiya li dijî welatiyên Siwêda pêk hatiye ku nêzî 200 kes bûne qurbanî, hin çavkaniyên siyasî yên Erebî diyar dikin ku rêjîma Sûriyeyê û Îranê dixwazin hesab ji mezheba Dirzî bixwazin. Van çavkaniyan metirsiyên xwe ji ber derketina encamên herêmî anîn ziman ku di dîroka wan de buyereke bi vê dijwarbûnê pêk nehatiye. Her wiha destnîşan kirin ku ne dûr e destên Rûsyayê jî di vê komkujiyê de hebin. Nemaze piştî ku nikaribûn Dirûzan birazîkirin bidin da ku beşdarî nava tuga û tabûrên alîgirên rêjîma Sûriyeyê bibin.

Rojnameyê "ev çalakiya cezakirin" bi rêzehelwestên Dirûzên Sûriyeyê ve girêda ku bi giştî nexwestin leşkertiya rêjîma Sûriyeyê li derveyî herêma xwe bikin, di dema ku pêwîstiya rêjîmê bi leşkeran zêde bû.

Îsraîl rê ji balefirên Rûsyayê re vedike da ku xeta bidawîkirina pevçûnan derbas bike

Girêdayî mijareke din a başûrê Sûriyeyê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl rê ji balefirên Rûsyayê re vedike da ku xeta bidawîkirina pevçûnan derbas bike" rojnameyê diyar kir ku duh êrîşên ezmanî yên balefirên Rûsya û rêjîma Sûriyeyê li dijî geliyê Yermûk li nêzî sînorên di navbera Sûriye û Colana dagirkirî de zêde bûn. Îsraîlê jî rê ji balefiran re vekir da ku karibin serweriya vê herêmê bikin û tabûra girêdayî DAIŞ'ê jê biqewitînin.

Rojnameyê destnîşan kir ku piştî Îsraîlê balefireke Sûriyeyê xist xwarê ku xeta bidawîkirina pevçûnan derbas kiribû, çavdêrên herêmî ragihandin ku balefirên Rûsya li ser ezmanê Colana dagirkirî digerin û êrîşên xwe pêk tînin û diyar kirin ku helîkopterên rêjîmê ji herêmê nêzîk nebûn û tenê di hundirê Sûriyeyê de difiriyan.

Ji ber geşedanên dosya Sûriyeyê Tirkiye tevliheviyê jiyan dike

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Tirkiye ji ber çarenûsa Idlibê piştî Deraa û Quneytera xemgîn e". Rojnameyê diyar kir ku Tirkiye ji ber geşedanênd awî di dosya Sûriyeyê de xemgîn e û tevliheviyê jiyan dike. Daxuyaniyên serokê Tiriyeyê Receb Tayîp Erdogan tevliheviya li Tirkiyeyê piştrast dike.

Rojnameyê  diyar kir ku serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan gotiye ku geşedanên li Sûriyeyê çi li herêma Til Rifeet û çi jî li Minbicê yên bakurê Sûriyeyê ne weke tê xwestin dimeşin. Nemaze ku dixwaze van herêman li herêmên Efrîn, Cerablûs û Babê zêde bike . li rex geşedanên dawî li Başûrê Sûriyeyê Enqere ditirse ku têgeha herêmên kêmpevçûn were şikandin ku bi riya wê serweriyê li Idlibê dike.

Jinûve veqetandina dengan bi dawî bû û guhertinên girîng li sê parêzgehan guman in

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Guhertina encamên hilbijartinan li sê parêzgehên Îraqê guman in". rojnameyê diyar kir ku Komîseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Îraqê ragihandiye ku jinûve hejmartina veqetandina dengan bi dawî kiriye. Hin çavkaniyan jî diyar kirin ku guhertinên girîng di encamên hilbijartinan de li sê parêzgehan guman in.

Xwepêşandanên Îraqê gefan li paşeroja siyasî ya Ebadî dixwin

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Xwepêşandanên Îraqê gefan li paşeroja siyasî ya Ebadî dixwin.. dibe ku destkeftiyên xwe yên di hilbijartinan de winda bike". Rojnameyê diyar kirin hin alî rast dibînin û hin alî jî weke komplo dibînin, lê piştrast e ku xwepêşandanên van demên dawî dê bandorê li paşeroja siyasî ya serokwezîrê ku wîlayeta wî bi dawî bûye Heyder Ebadî bike. Ew dê weke serokekî serkeftî jê derbikeve ku welat di şer û aştiyê de birêve bir an jî dê weke siyasetmedarekî têkçûyî bi biryarên ne di cih de were nîşandan.

Griffith dîsa li Senha ji bo destpêkirina danûstandinên aştiyê

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hosî û Îranî gefan li deryayîya navnetewî dixwin". Rojnameya El-Ereb jî wiha got: "Hosiyan bi peyama şer pêşwaziya Griffith li Senha kirin". Rojnameyê diyar kir ku rayedarên Hosiyan bi peyameke şer pêşwaziya Marin Griffith kirin ku hewl dide danûstandinên aştiyê li Yemenê ji nû ve bide meşandin.

El-Herîrî pêşbîniya xwe ji bo avakirina hikûmetê tîne ziman

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî behsa jihevderxistina hikûmetê dike û nakokiya bi Ewn re red dike". Rojnameyê diyar kir ku serokê hikûmeta birêvebirina kar û xebatên Lubnanê Seed El-Herîrî ji bo rastkirina atmosfêra çapemenî û siyasî tevdigere û diyar dike ku ti nakokî di navbera wî û serokkomar Mîşêl Ewn de tune ne ku avakirina hikûmetê dereng bixîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku El-Herîrî gotiye ku ti nakokî di navbera wî û serokkomar de tune ne û xebatên wan li gorî berjewendiya welat berdewam in û ji her demê bêtir atmosfêr erênî ye û dê di van rojan de careke din bi Ewn re bicive da ku şêwrên xwe temam bikin.

Fetih girêdayî lihevhatinê bersiva xwe dide û hevdîtina bi Hemasê re red dike

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "El-Fetih destwerdana di doza tedbîrên li dijî Gaza de red dike û leşkertiya Hemas nas nake". Rojnameyê li ser navê Endamê Komîteya Navendî ya Tevgera El-Fetih Ezam El-Ehmed got ku wî gotiye tevgera wî dê bersiveke berfireh der barê înîsyatîfa Misrê ya girêdayî lihevhatina hundirîn de bide û pişatrast kir ku Tevgera El-Fetih bi Tevgera Hemas re nacive û ti danûstandinan bi wê re nake lê belê dê tenê danûstandina aliyê Misrê bike û wiha gotiye: "Em ji zêdebûna hejmara civînan tengezar bûne, me ji rayedarên Misrê re got ku niha em naxwazin bi Hemas re bicivin û em tenê pêkanîna tişta ku hatiye îmzekirin dixwazin."