Aloziya tenduristiyê li Xezayê mezin dibin

Di van 2 mehên dawî de gelek bûyerên bi xwîn li Xezayê rû dan, vê yekê jî bandoreke mezin li ser rewşa herêmî ya siyasî, civakî û bi taybet di aliyê tenduristî de kir.

Aloziya tenduristiyê li Xezayê mezin dibin
26 tîrmeh, 2018   07:44

UMER MUSA / XEZA

Nexweşxaneyên Xezayê aloziyek pir giran jiyan dikin. Ji kêmbûna dermanan û heta pirsgirêkên ceyranê li tevahiya Xezayê dest pê dike. Di heman demê de xebatkarên tenduristiyê kêm in û ev jî dibe sedema pirsgirêka mezin di warê tenduristî de.

Aloziya beşa tenduristiyê ji beriya 12 salan bi destpêka dorpêça Îsraîlî ya ji Xezayê re dest pê kiribû. Lê her çû ev alozî kûrtir bû.

Bi destpêkirina çalakiyên "Meşa Vegrê"re kêmasiyên nexweşxaneyên Xezayê derketinê holê. Ji ber hejmara birîndaran zêde bû. Heta niha birîndarên "Meşa Vegerê" gihiştine zêdeyî hezar û 600 kesan e, di heman demê de 160 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Beşek ji birîndaran ji ber kêmbûna dermanan û dijwariya rewşa tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.

Di gel aloziyên beşa Tendrûstiyê, Rêveberiya Tendrûstiyê ya Xezayê hewil dide kêmtirîn pêwîstiyên welatiyan bi cih bîne û her tim bang li Civaka Navneteweyeyî dikin da ku aloziya mirovî ya Xezayê bibîne û alîkariyan pêşkêş bike. 

Rayedarên Navneteweyeyî ji bo aloziya Xezayê ku ji ber kirinên Îsraîlê ve rû daye, hişyarî dan. Lê tu hewldanek cidî ji wan rayedaran derneket. Ne zetek cidî li hikûmeta Îsraîlê kirin û ne jî alîkariyên tenduristî yên pêwîst pêşkêş kirin.

Kordînîtorê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarê MirovîJimmy McGoldrick derbarê mijarê de got: "Alîkariyên sotemenî û dermanên lezgîn ên NY ji Xezayê re pêşkeş dikin bi awayekî lez diqedin." McGoldrick bang li hikumeta Îsraîlê kir da ku qeydên li ser alîkariyan ferz dike rake.

McGoldrick got ku ji ber aloziyên Xezayê herî kêm nexwexaneyek ji nexweşxaneyan rojane neçar dimîn xebatên xwe ji bo çend saetan re rawestînin.

Li gorî Rêxistina Tendrûstiyê ya Cîhanî, nexweşxaneya El-Qudis salan e 150 hezar nexweşan derman dike, lê ji ber rewşa heyî dê çend rojên din ji ber kêmbûna sotemenî, raweste.

Dibe ku di van sê rojên pêşiya me de çend nexweşxaneyên dîtir rawestin û ew jî bi xwe re dermankirinên tendrûstiyê yên pêwîst ku ji şêniyên Xezayê dihatin pêşkeş kirin dê bi awayekî mezin kêm bibe.

Wezareta Tendrûstiyê ji ber aloziyê, tedbîrên gelek giran girtin. Xebatên nexweşxaneyan ji aliyê paqijiyê  ve kêm kir û ew jî metirsiya belavbûna nexewşiyan di nav nexweşan de zêde dike.

Herî zêde jiyana zarokan di xeteriyê de ye

200 nexweşên ku li nexweşxaneyan dimînin û ji bo dermankirinê amûrên kehrebê bi kartînin, di nav de zarokên ku nû ji dayîkbûne, yên herî zêde jiyana wan ji ber aloziyê di xeteriyê de ne.

Ji ber girtina nexweşxaneyan û kêmkirina mudexelên tendrûstiyê dê zirar yekser bighêje 1 milyon û 27 hezar kesan ji van jî herî zêde wê zarok bi bandor bibin.

Li gel pirsgirêkên beşa tendrûstiyê, kêmkirina xebatên saziyên avê û kanalîzasyonê, zêdekirina nexweşiyên ku bi riya avê belav dibin jiyana şêniyan tehdîd dike.

Di vê demê de saziyên avê û kanalîzasyonê ji ber kêmbûna sotemenî xebatên xwe kêm kirine.  Sotemenî di dawiya meha Tîrmehê diqede û eger alîkarî ji wan re neyê pêşkeşkirin, dê avên kanalîzasyonê di nav taxên Xeazyê de belav bibe. Ev yek jî dê jiyana şêniyên herêmê bixe xeteriyê.

Piştgiriya sotemeniyê ku ji ji bo xebitandina saziyên xizmetguzarî dê di destpêka meha Tebaxê de biqede, ev jî dibe sedema pirsgirêka mezin. Ji bo peydakirina sotemeniyê pêwîstî bi 4 milyon û 500 hezar dolarî ji bo çareserkirina pirsgirêkê heta dawiya vê sale heye.

McGoldrick got: "Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, pêwîstî bi du gavan heye, yek jî hikumeta Îsraîlê destûr bide ku sotemenî û alîkariyên bingehîn derbasî Xezayê bibe û ya duyemîn jî saziyên têkildarî alîkariyên sotemeniyê pêşkêş bikin û bi awayekî bi ewle bighîn in herêmê."

(şx)

ANHA