Pirsgirêka avê li Eyn Îsa hate çareserkirin

Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa pirsgirêka avê ku ev çend sal in li herêmê heye, çareser kir. Bi vê yekê av giha gelek taxên navçeyê û ji bo av bighêje hemû taxan xebat didomin.

Pirsgirêka avê li Eyn Îsa hate çareserkirin
Pirsgirêka avê li Eyn Îsa hate çareserkirin
Pirsgirêka avê li Eyn Îsa hate çareserkirin
26 tîrmeh, 2018   07:21

SEMÎRA DAWID / GIRÊ SPÎ

Ji beriya çend salan ve ji ber şerên di navbera hêzên rêjîmê û çeteyan de rû dane de, toreyên avê yên Eyn Îsa zirarek mezin dîtibû. Ev jî bû sedema ku av li herêmê qut bibe. Şêniyên Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî ev demek dirêje ji ber qutbûna avê zehmetiyan dikşandin.

Şêniyên herêmê ji şaredariyê xwestin ku pirsgirêk were çareserkirin, Şaredariya Gel a navçeyê ji destpka meha nîsanê ve dest bi xebatên sererastkitina xetên avê kir.

Navçe dabeşî 4 taxan bûye (Rojhilat, Rojava, Başûr û Riya Sereke). Şaredarî li gorî bidawîbûna xebatên sererastkirinê av gihand hemû taxan. 

Endamê Rêveber ê Komîteya Avê Farûq Mihemed diyar kir ku lêçûna xebatên sererastkirina toreyên xetên avê gihaşt 8 milyon lîreya Sûriyê.

Şêniyên Eyn Îsa ji ber vegera avê kêfxweşiya xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku wan ji ber qutbûna avê, gelek astengî kişandin û neçar diman avê bi buhayên zêde bikirin.

(şx)

ANHA