Sînem Mihemed: QSD'ê parastina nirxên mirovahiyê dike

Li navenda Klûba Naventewî a Çapemeniyê ya Waşintonê semînerek der barê mezhebên olî yên Efrînê û sîstema demokratîk li Rojava û Bakurê Sûriyeyê hate organîzekirin. Di sermînerê de nûnera Meclîsa Sûriya Demokratîk li Waşintonê Sînem Mihemed beşdar bû.

Sînem Mihemed: QSD'ê parastina nirxên mirovahiyê dike
25 tîrmeh, 2018   10:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzecivînên wezaretan de ku bi navê azadiyên olî li Wezareta Karên Derve ya Amerîka tên organîzekirin, semînerek hate organîzekirin û di semînerê de endamên rêxistina Jubilee, Birêvebera Rêxistina Qanûn û Azadiyê û pispora mafên xiristiyan û kêmnetewan parêzer Loren Humo, nûnera Meclîsa Sûriya Demokratîk li Waşintonê Sînem Mihemed, serokê Meclîsa Suryanî Besam Îshaq û gelek rayedarên rêxistinên civaka sivîl û rojnamevan beşdar bûn.

Semîner ji aliyê Sînem Mihemed ve hate birêvebirin û têde axaftinek kir û bal kişand ser giştî rewşa Sûriyeyê.

Sînem mihemed diyar kir ku di van 8 salên aloziya Sûriyeyê de ti çareserî pêk nehat û wiha got: "Gelek sedemên ne peydakirina çareseriyê hene, lê ka em li sedema yekemîn û sereke temaşe bikin. Ew e ku gelek tabûran di bin navên cûda û mezhebên cûda de di bin sîwana Artêşa Azad a Sûriyeyê de şer kirin. Mixabin gelek ji van tabûran riya îslamiya radîkal pejirandin."

Sînem Mihemed got ku evan tabûr winda bûne û mînaka wê buyerên li Helebê rû dane û niha li başûrê rû didin e.

Sînem Mihemed got ku aliyên ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û bajarê Serêkaniyê ji Cebhet El-Nusra rizgar kirine û ya herî girîng paytexta îdîaker a xîlafeta DAIŞ'ê Reqa rizgarkirine, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) in ku ji Kurd, Ereb û Suryaniyan pêk tê û wiha anî ziman: "Tişta ku ez dixwazim bêjim ev hêz ji bo mirovahiyê û parastina nirxên mirovahiyê li Sûriye û giştî cîhanê şer dike."

Sînem Mihemed bal kişand ku QSD'ê gelek herêmên Sûriyeyê ji destên çeteyan rizgar kirin û sîwana wê ya siyasî jî Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ye û MSD'ê hemû pêkhateyên Sûriyeyê digire nava xwe û wiha domand: "Sêyemîn konferansa MSD'ê beriya niha hate lidarxistin û 300 nûnerên hemû pêkhate û herêmên Sûriyeyê beşdar bûn. Beşdaran piştrast kirin ku pêdiviya wan bi Sûriyeke demokratîk û nenavendî heye da ku hemû pêkhate û mezheb û ol azad jiyan bikin."

Sînem Mihemed di axaftina xwe de got ku demokrasî niha li Bakurê Sûriyeyê tê meşandin û wiha pêde çû: "Li Bakurê Sûriyeyê demokrasî pêk tê û hemû pêkhate cihê xwe di sazî û rêveberiyan de digirin. Her wiha rêgeza hevserokatiyê jî di hemû sazî û desteyan de pêk hatiye."

Sînem Mihemed got ku gelek hêzên sermiyadar derketin û şerê vê demokrasiyê dikin weke ku çawa li Efrînê pêk hatiye û artêşa Tirk a dagirker li rex komên çete yên girêdayî wê herêma Efîrnê dagir kirin.

Sînem Mihemed bi birî xist ku artêşa Tirk a dagirker bi hemû hovîtiya xwe êrîşî herêma Efrînê kir û welatiyên Efrînê karibûn 58 rojan li ber xwe bidin. Di encamê de herî kêm 300 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û li hemberî wê civaka navnetewî û giştî cîhan bêdeng ma û di dawiyê de welatiyên Efrînê neçar man ji Efrînê derbikevin û li Şehba bi cih bibin û niha rewşên dijwar jiyan dikin û hêjî li ber xwe didin û serê xwe ji ti aliyan re natewînin."

Sînem Mihemed got ku dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê bes nekir û wiha da zanîn: "Leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wan çalakiyên kuştin, talan, wêrankirin û revandina welatiyên sivîl ên Efrînê hêjî didomînin û dîsa jî civaka navnetewî bêdeng maye."

Sînem Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li dewletên navnetewî ku demokrasiyê îdîa dikin kir ku rê li pêşiya van destdirêjiyên artêşa Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê bigirin.

ANHA