Der barê gorên komî yên baregeha 93'yan de detayên girîng

Di 21'ê Tîrmehê de gorên komî li baregeha leşkerî ya 93'yan (Lîwaî 93) a li navçeya Eyn Îsa hatin dîtin. Piştî ku rayedarên navçeya Eyn Îsa agahî der barê goran de ji welatiyên herêmê wergirtin, berê xwe da cihê goran û lêkolîn da destpêkirin.

Der barê gorên komî yên baregeha 93'yan de detayên girîng
Der barê gorên komî yên baregeha 93'yan de detayên girîng
Der barê gorên komî yên baregeha 93'yan de detayên girîng
25 tîrmeh, 2018   10:08

TIRKÎ EL-KALIT - EHMED EL-KEMYAN / GIRÊ SPÎ

Piştî agahiyên rast hatin wergirtin ku hestiyên mirovan li rojavayê navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî hene, aliyên têkildar dest bi lêkolînê kir. Di encamê de 4 gorên komî hatin dîtin û lêkolîn hîn jî didome, lewma tê payîn ku hin gorên din jî werin dîtin. Tê gotin ku hejmara windahiyên di gorên komî de bi sedan in.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin bidestxistin, hejmara leşkerên rêjîmê ku bi destê hêzên çeteyên DAIŞ'ê bi rêbazên cuda hatin kuştin, derdora 360 kesan e. Lê di wê demê de saziyên çapemeniyê yên bi ser rêjîma Sûriyeyê de tenê behsa 36 kesan kir. Çeteyên DAIŞ'ê rê neda welatiyên herêmê ku cenazeyan veşêrin û gef li welatiyan xwarin ku kesên wan veşêrin dê rastî heman çarenûsê werin.

Girîngiya Lîwaî 93

Baregeha Leşkerî ya 93'yan yek ji mezintirîn bargehên rêjîma Sûriyê yên herêma rojhilat bû. di 7'ê Tebaxa 2014'an de rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hat. Çeteyan di baregehê de komkujî pêk anîn û bi sedan leşkerên rêjîmê yên di baregehê de bi rêbazên cuda kuştin.

Ji ber gefên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser welatiyên herêmê, welatiyan di saetên şevê de bi awayekî veşartî dest bi veşartina cenazeyên leşkeran kir. Welatiyan ji ber tirsê û ji bo ku cenazeyan zû veşêrin, kêm ax avêtin ser cenazeyan.

Di encama guherînên rewşa hewa û barîna baranê ya zêde de ku îsal di dawiya biharê de bariya, lehî pêk hat, ev jî bû sedem ku cenaze derkevin derve. Welatiyên ku cenaze dîtin agahî dan aliyên têkildar û got ku bermahiyên cilên leşkerî û hestiyên mirovan dîtine.

Piştî agahî hatin girtin û di encama lêkolînên hatin kirin de 4 gorên komî hatin dîtin. Di encama lêkolîna di gora yekemîn de derdora 46 cenazeyan hatin dîtin, lêgerîna di gorên din de jî hîn didome.

Hate gotin ku yek ji 4 goran jî ji malek wêrankirî pêk tê û li nêzî sê gorên din e. Di encama lêkolînan de hate zanîn ku ew mal bi tankê di ser serê leşkeran de hatiye rûxandin û wiha leşker hatine kuştin.

Rêbazên hovane

Di baregeha 93'yan de çeteyên DAIŞ'ê bi rêbazên cuda leşkerên rêjîmê kuştin, Hin ji wan bi saxî erebeyên leşkerî li wan qelibandin, hin ji wan bi kêran û hin bi rêbazên din ên hovane kuştin.

ANHA