6 meh e bê ser û şûn bûye

Jina bi navê Sebah Cafer a ji gundê Xelalka yê girêdayî herêma Raco, ji dema êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Efrînê ve, têkiliya wê bi hevjînê wê re qut bûye û hetanî niha jî agahî jê wernegirtine.

6 meh e bê ser û şûn bûye
6 meh e bê ser û şûn bûye
25 tîrmeh, 2018   10:34

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Welatiyê bi navê Mihemed Hesen Birêmo (42) ji dema dagirkirina herêma Raco ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve, winda bûye.

Welatiya bi navê Sebah Cafer ji ajansa me re behsa windabûna hevjînê xwe Birêmo kir.

Sebah di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku pezê wan hebû û hevjînê wê jî her diçû pez diçêrand.

Sebah di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: ʺPiştî topbaran li ser gundê me  dijwar bû, me dev ji malên xwe berda û tevî zarokên xwe derketin.ʺ

Sebah anî ziman ku hevjînê wê bi nexweşiya eseb e û di dema şer de rewşa wî pir xerab bû, ji ber ku dermanê wî nedihat dîtin. Sebah destnîşan kir ku ji wê de heta niha tu agahî ji hevjînê xwe wernegirtine.

Sebah bi 5 zarokên xwe re li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a girêdayî kantona Şehbayê dimîne.

Tê zanîn ku piştî dagirkirina herêma Efrînê li ser destê artêşa tirk a dagirker, çalakiyên revandin û îşkenceyê der heqê welatiyên Efrînê de berdewam in.

(ekîb)

ANHA