Hewldanên Komîteya Karûbarên Civakî ji bo peydakirina derfetên kar

Piştî ku ewlehî û aramî li bajarê Tebqayê û gundewarên wê çêbûye, Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, bi armanca alîkariya bêkaran û sûdgirtina ji enerjî û tecrubeyên wan, hewl dide derfetên kar ji wan re peyda bike.

Hewldanên Komîteya Karûbarên Civakî ji bo peydakirina derfetên kar
Hewldanên Komîteya Karûbarên Civakî ji bo peydakirina derfetên kar
25 tîrmeh, 2018   08:15

TEBQA

Li gorî serjimariya ku hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî ya Tebqayê anî bû ziman, hejmara kesên ku li Miduriyeta Kar a girêdayî komîteyê xwe qeyd kiribûn gihaşt 8 hezar û 423 kesan, ew jî ji destpêka vekirina wê beriya salekê ve ye.

Heta niha komîteyê karîbû ji 2 hezar û 425 kesan re ku berê navên xwe qeyd kiribûn, di saziyên cude yên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk de kar peyda bike. Hinek ji wan wek rêveberên komîte û desteyan û her wiha wek karker di sazî û beşên xedemî yên cude de hatin erkdarkirin

Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî Ebdulxenî El-Ferec destnîşan kir ku komîte bi awayekî cidî hewl dide ji bo kesên ku navên xwe li Miduriyeta Kar qeyd kirine kar ji wan re peyda bike û wiha pê de çû: "Em di Komîteya Karûbarên Civakî de hewl didin hemû kesên xwe tomar kirine çi bi rêya rêxistinên mirovî û çi bi riya miduriyetên hikumetê erkdar bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herêma Tebqayê piştî rizgarkirinê bû meqseda bi hezaran koçberên ku ber şerê Sûriyeyê ya xwînawî direvîn û niha bi sedan ji wan di nav xebatên jinûveavakirinê de cihê xwe girt.

(şx/ew)

ANHA