Li Pakistanê li dijî hilbijartinan êrîşa xwekujî

Li bajarê Kiwîta yê rojavayê Pakistanê bi destpêkirina hilbijartinan re kesekî ku bombe li xwe pêçabû, erebeya polîsan armanc girt.

Li Pakistanê li dijî hilbijartinan êrîşa xwekujî
25 tîrmeh, 2018   08:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê ya Pakistanê di encama êrîşeke xwekujiy de, 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.

Îro di seatên sibê de hilbijartinê dest pê kir. Wê 106 milyon dengdêr dengê xwe bidin.

Artêşa Pakistanê bi hezaran ji leşkerên ji xwe li Pakistanê belav kirin da ku navendên dengdayînê bişopînin û biparêzin.

(ekîb)