Şervanên Erka Xweparastinê jî cihê xwe di Bagera Cizîrê de digirin

Şervanên Erka Xweparastinê jî tev li Pêngava Bagera Cizîrê bûn û dê li rex şervanên QSD`ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de li çolistana Dêrazorê ya li ser sînorê Sûriye-Iraqê cih bigirin.

Şervanên Erka Xweparastinê jî cihê xwe di Bagera Cizîrê de digirin
25 tîrmeh, 2018   08:12

EHMED SEMÎR / DÊRAZOR

Karwanê şervanên Erka Xweparastin gihaşt çolistana Dêrazorê û ji wir jî bi rakirina sembola serkeftinê berê xwe da eniyên destpêkê yên Bagera Cizîrê.

Şervanên Erka Xweparastinê tev li pêngava duyemîn a Bagera Cizîrê bûn ku di 4`ê Hezîranê de ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji bo rizgarkirina tevahî gundewarên bajarê Hesekê û gundewarên Dêrazorê hate destpêkirin. Pêngav li ser xwesteka şêniyên herêmê hate destpêkirin.

Piraniya şervanên Erka Xweparastinê yên ku berê xwe didin çeperên şer, ji pêkhateyên ereb in û ji herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin mîna Şedadê û Dêrazorê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev ne cara yekê ye ku şervanên Erka Xweparastinê tev li hemleya rizgarkirinê li dijî çeteyên DAIŞ`ê dibin. Şervanên Erka Xweparastinê tev li hemleyên li piraniya herêmên Rojava - Bakurê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûbûn.

(bx/kc)

ANHA